Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin

img

WAN - Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyan (PÎA) Mehmet Kamaç, êrîşên li dijî HDP'ê şermezar kir û anî ziman ku Kurd wê tu carî li dijî faşîzmê û îqtîdara AKP'ê serî netewîne. 

 
Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyan (PÎA) Mehmet Kamaç, êrîşên li dijî endam û rêveberên HDP'ê şermezar kir û wiha got: "Êrîş û operasyonên li dijî endamû rêveberên HDP'ê li dijî gelê Kurd pêk hatiye. Lê Kurd tu carî dê serî li dijî faşîzm û zilma AKP'ê danînin. Hikûmet di polîtîkayên derve de têk çûye. Ji ber vê yekê AKP li hundir polîtîkayên li dijî muxalefeta hundir dixe meriyetê. Di vê rewşê de ewil Kurdan dikin hedef. Ji ber ku muxalifên bingehîn Kurd in. Êrîşên li dijî destkeftiyên Kurdan wekî konseptê digirin dest. Kurd li dijî vê yekê têdikoşin. Di vê operasyonê de di şexsê siyasetmedarên Kurdan de Kurdan dikin hedefa xwe. Bila baş bê zanîn tu Kurd qet dê serî li dijî zilma îqtîdara AKP'ê û faşîzmê serî netewînin. 
 
Divê Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî tev bigerin. AKP, MHP, Partiya Vatan  û gelek partiyên din li dijî Kurdan bûne yek. Divê partiyên muxalif û ên Kurdan jî yekîtiya xwe xurt bikin. Divê Kurd bi ruhê Yekîtiya Neteweyî tev bigerin. Eger bi ruhê Yekîtiya Neteweyî tev bigerin dê van êrîşan pûç bikin."