MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan

img

ENQERE – MYK’a HDP’ê ya piştî operasyonên binçavkirinê civiya vê daxuyaniyê da: “Heta ku HDP hebe wê hêviya ji bo edalet, demokrasî û azadiyê ripîrast li ser pêya be. Û em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan! Em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Em ê bi hev re demokrasî û edaletê bînin welat.”

Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî operasyonên binçavkirinê û geşedanên dawî duh civiyabû. MYK’a HDP’ê îro daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser operasyonên li dijî siyasetmedar û şaredariyên wan. 
 
Daxuyaniya bi sernavê “Li dijî faşîzmê berxwedan, ji bo welat demokrasî û edalet!” wiha ye: 
 
“Bloka îqtîdara AKP-MHP’ê zextên xwe li her devera welat belav kiriye û dixwaze her deverê bixe nava tirs û bêhiviyê. Li hundir û li derve polîtîkaya pevçûn, şer û rageşiyê birêve dibe. Bi destê daraz û polîs-esker muxalefetê hemû dixwaze bitepisîne û bêzar bike. Faşîzm dixwaze xwe arasteyî hêzên berxwedêr ên civakî, ên bi hêvî û çavkaniya moralê bike û bêhêviyek û bêzariyek mezin biafirîne. 
 
Îqtîdar dixwaze dînamîkên têkoşîna demokratîk bihelîne. Ji bo ev hêzên demokrasiyê neyên gel hev, îqtîdar her cûre amûrên bîrdozî û zor xistiye dewrê. Di serî de bi ser partiya me HDP’ê ve tên. Her wiha dixwazin partiyên siyasî, odeyên pîşeyî, sendîka, komele, grûpên bawerî, rêxistinên jinan û ciwanan ku têkoşîna civakî û muxalîf birêve dibin ji holê rake. Îqtîdar dixwaze bi destê darazê nivîskar, rewşenbîr û hunermendên xwedî wîjdan bitepisîne. 
 
OPERASYON TENÊ NE LI DIJÎ ME PÊK TÊN
 
Em dizanîn ev operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî partiya me tenê ne li dijî me pêk tîne, di heman demê de ev operasyon li dijî her kesên têkoşîna demokrasiyê û edaletê birêve dibe pêk tîne. Ev êriş di heman demê de êrişên li dijî pergala hevserokatiyê û îradeya temsîliyeta wekehv e. Li dijî pergala azadîxwaz a jinan e. Herî dawî endamên berê yên MYK’a partiya me û parlamenterên me yên berê operasyonek dûrî ehlaqê siyasî û dijhiqûq pêk hat. Ev operasyona îqtîdarê ye. Li dijî operasyonê piştevaniyê derket holê tespîtên me hemûyan piştrast kir. 
 
AKP-MHP’ê dixwazin welat ber bi tarîtiyê ve bibin. Em hêj bi bawerin li dijî faşîzmê vebijêrka demokrasî û azadiyê mimkin e. Desteya Rêveberiya Navenda me li dijî êrişên faşîzmê yên sînor nas nakin, bi girîngiyek dîrokî û hişmendî civiyaye. 
 
Di civîna me de hat destnîşan kirin ku li dijî pêla êrişên li ser têkoşîna gelê kurd û gelên Tirkiyê ya demokrasî û edaletê hatiye destpêkirin dê têkoşîna azadiyê bilind bibe û ev yek wê nexşerêya serdema pêşiya me be. 
 
EM Ê EDALETÊ BI HEV RE BÎNIN 
 
Em ê hûrguliyên vê civînê di rojên pêş de bi raya giştî were parvekirin. Wê yên div ê serdemê de winda bikin îqtîdar û polîtîkaya AKP-MHP’ê ye. Û em ji niha vê radigihînin serketin jî ya têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Em bi vê bawerî û hişmendiyê bang li tevahiya nasnameyên erdnîgariya me dikin; Heta ku HDP hebe wê hêviya ji bo edalet, demokrasî û azadiyê ripîrast li ser pêya be. Û em dibêjin vaye meydan! Em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Em ê bi hev re demokrasî û edaletê bînin welat.”