Mirina bi guman a li Girtîgeha Elbîstanê birin rojeva Meclîsê

img

ENQERE - Parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkûn û Pero Dundar rewşa Mûhammed Emîr ê li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da, birin rojeva Meclîsê.  

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Şevîn Coşkûn û ya Mêrdînê Pero Dundar, rewşa Mûhammed Emîr (57) ê li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da bû birin rojeva Meclîsê. Coşkûn, di pêşniyazname pirsa da Meclîsê de xwest ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bersiva pirsan bide. 
 
Coşkûn diyar kir ku tê gotin Emîr întîhar kiriye, lê di rapora bijişk de hatiye  gotin ku; “Emîr ji ber nexweşiya şewbê” jiyana xwe ji dest daye.   
 
‘DIBE KU GELEK GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST BIDIN’
 
Pero Dundar jî di pêşniyazname pirsa da de wiha got: “Girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê dimînin, di  hevdîtinên telefonê yên bi malbatên xwe re kirin de, diyar kirin ku li girtîgehê gelek girtî bi şewbê ketin, hemû girtî ji bo 15 rojan kirine karantînayê û rewşa hin girtiyan jî giran bûye. Dibe ku ji ber şewbê gelek girtî jiyana xwe ji dest bidin.”
 
GELO ÇIMA  LI GORISTANA BÊKESAN HAT DEFINKIRIN?
 
Coşkûn û Dundar ev pirs ji Wezîr Gul kirin: 
 
“* Muhammed Emîr ê 57 salî, li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê, di 2’yê Cotmehê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. Gelo agahiya wê ji vê yekê heye? 
 
* Di rapora Emîr a Nexweşxanê de tê gotin ku ji ber nexweşiya şewbê jiyana xwe ji dest daye. Gelo sedema mirina Emîr çiye? Derbarê bûyerê de we dest bi lêpirsînekê kir an na? 
 
* Rêveberiya girtîgehê qebûl neke ku Emîr ji ber şewba Kovîs-19 jiyana xwe ji dest daye. Ger ji ber şewbê ne miribe wê demê çima destûr nehat dayîn ku malbata bi awayekê normal wî defin bikin. Gelo Emîr bi kîjan hinceta li goristana bêkesan hat definkirin?  
 
* Gelo li Girtîgeha Elbîstanê bergiriyên çawan hatine girtin û ev bigirî çine? 
 
* Li girtîgehê çend girtî hene? Ji bo çend girtiyan test hatiye kirin û çend girtî bi şewbê ketine? 
 
* Testa çend girtiyan pozîtîf derketiye û çend ji wan di beşên venêrînên awarte dene? 
 
* Gelo Girtîgeha Elbîstane di karantînayê de ye? 
 
* Herî dawî, kengê girtîgeh hatiye  kontrolkirin? 
 
* Ji 11’ê Adarê û vir ve, bi giştî li girtîgehên Tirkiyeyê çend girtî û hikumxarên nexweş bi şewbê ketin û çend ji van jiyana xwe ji dest dan?”