Ciwan: Xwediderketina li HDP'ê çareseriya pirsgirêkên me ye

img

STENBOL – Ciwanan ji bo pirsgirêkên xwe yên di warê perwerdehî, îstihdam û ji bo pêşeroja xwe diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bangawaziya HDP'ê bangeke girîng e û gotin: "Ji bo pêşeroja xwe em ê xwedî li vê bangawaziyê derkevin." 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 1'ê Hezîranê de bi sernavê "Bi Hev Re Ber Bi Pêşerojeke Demokratîk Ve" deklerasyoneke ji 9 xalan pêk dihat parve kiribû. Di çarçoveya bernameyeke 3 mehî de bi gelek sazî û degehan re civîn hatin çêkirin û di 31'ê Tebaxê de jî "Deklerasyona Banga Ji Bo Aştiyê" hat weşandin. Yek ji binbeşên vê deklerasyonê jî dirûşmeya "Ji bo ciwanan bi hev re." Ciwanan jî bal kişandin ser pirgsirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin û deklerasyona HDP'ê nirxandin. 
 
ZANÎNGEH HATINE DORPÊÇKIRIN
 
Endama Fealiyeta Xwendekaran Lîzge Bîter, anî ziman ku ciwanên Tirkiyeyê bi "bêpêşerojiyê" re rû bi rû ne û got, sedema sereke ya vê yekê jî polîtîkayên ewlehîparêz in. Bîter, bilêv kir ku krîza aborî jî kiriye ku xwendekara di şert û mercên xirab de bixebitin û got, îqtidar polîtîkaên ewlehîparêz ji xwe re dike hincet û zanîngehan dorpêç dike. Bîter got: "Bi vî awayî xwendekar ji ji qadeke azad û zanistiyî tên dûrxistin. Kirdeya sereke ya zanîngehan xwendekar in, lê belê li vê derê mafê gotinê yê ciwanan tuneye. Li zanîngehan rektor awayekî din ên qeyûman e." 
 
JI BO CIWANAN BANGAWZIYEKE GIRîng E 
 
Bîter, bilêv kir ku her ku îqtidar ditengije bertekên demokratîk asteng dike û bal kişand ser helwesta di dirûşmeya "bijî biratiya gelan" de. Bîter, anî ziman ku lewma "Deklerasyona Aştiyê ya HDP'ê" ji bo ciwanên pêşeroja wan hatiey tarîkirin pir girîng e û got: "Çendî ku nahêlin ke swere cem hev du jî, lê belê ciwan dibêjin tarîkirina pêşerojê nayê qebûlkirin. Wê ciwan jî kevirekî deynin ser kevirekî û wê xwedî li vê bangawaziyê derkevin." 
 
ESERA AQILÊ DEWLETÊ 
 
Endama Hêzên Şoreşger a Ciwanan (Dev-Genç) Berîtan Kûrt jî krîzên li welêt esera aqilê dewletê ye û got, ev polîtîkayên li ser asasê dijminatiya bi kurdan re tên çêkirin sîrayetî hemû qadan kiriye. Kûrt got: "Li Tirkiyeyê hêza herî dînamîk ciwan in. Lê belê gava derbarê polîtîkayên ewlehîparêz ên îqtidarê de û derbarê pêşeroja hatiye tarîkirin de tiştekî dibêjin îqtidar dixwaze wan bitepisîne." 
 
'XWEDÎDERKETINA LI BANGAWAZIYÊ PEYWIREKE ŞOREŞGERÎ YE' 
 
Kûrt got: "Li ber me îqtidareke ku di şer û rûxandinê de israr dike heye. A rast deklerasyona HDP'ê li dijî vê rûxandinê xetekê zelal dike." Her wiha Kûrt bal kişand ser operasyonên li HDP'ê tên kriin jî û got: "Li dijî vê îqtidara ku xwe bi kîn û nefretê xwedî dike, xwedîderketina li HDP'ê peyireke şoreşgerî ya hemû kesî ye. Ciwan, ji bo dorpêça polîtîkayên ewlehîparêz bişikîne, divê alternatîfina bibîne. Û li er vî esasî xwedî li bangawaziyê derkeve." 
 
PERWERDEHÎ JI ZANISTÊ DÛR KETIYE 
 
Endamê Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) Mûhammed Hîzmetçî destnîşan kir ku ji bera berê de sermaya bandorê li eprwerdehiyê dike, lê belê li Tirkiyeyê bi îqtidara AKP'ê re perwerdehî ji zanistê dûr ketiye û her diçe bi argumanên nîjadperest û faşîst paşve diçe. 
 
Her wiha Hîzmetçî ji bo deklerasyona HDP'ê jî anî ziman ku "Lêgerîna li bersivên pirsgirêkan a gelan e" û got: "Ji roja ku Demîrtaş hatiey girtin zext û zoriyên gelek mezin li HDP'ê tên kirin. Ev êrîş di asasê xwe de tenê ne li HDP'ê tên kirin, li tevahiya muxalefeta civakiyî tên kirin. Lewma xalên di deklerasyonê de cih digirin ji bo çareserkirina pirgsirêkên welêt lêgerînek e. Baş e, lê bêyî şoreşeke civakiyî wê ev bangawazî bigihê armanca xwe? Bi ya min na. Çimkî êrîşine pir mezin hene û hema bibêje qadên me yên jiyanê bi xeleka êgir hatine dorpêçkirin." 
 
PEYWIRA CIWANAN 
 
Hîzmetçî destnîşan kir ku di serdemeke wiha de li dijî faşîzmê pêdivî bi yekîtiyê heye û got: "Wekî her carê divê ciwan di vir de jî rêveker bin. Pêdiviya me bi blokeke ku çîna karkeran û gel karibin gotina xwe bibêjin heye." Hîzmetçî diyar kir ku lewma wê biryardariya têkoşîna li kuçe ûq adan bangawaziya HDP'ê bide der. 
 
MA / Nacî Kaya - Ferhat Çelîk