'Di rojeva kedkaran de ne hilbijartina pêşwext çûyîna AKP'ê heye'

img

STENBOL – Rêveberên sendîkayan anîn ziman ku ji ber ku welêt nayê birêvebirin nîqaşên derbarê hilbijartina pêşwext de dest pê kirine û gotin: "Di rojeva kedkaran de hilbijartina pêşwext tuneye. Pirsgirêka debarê, xizanî û çûyîna AKP'ê heye." 

Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Adnan Serdaroglû û Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi Îş'ê Ozgur Karabûlût, nîqaşên derbarê hilbijartina pêşwext de nirxandin 
  
‘DIVÊ ÎQTIDAR BIÇE' 
 
Serdaroglû, anî ziman ku ji ber xespkirina mafên karkeran bertekên li hemberî îqtidarê zêde bûne û got: "Piştî vê saetê ne mimkun e ku kedkar dengê xwe bidin AKP'ê. Em ji bangawaziya ji bo hilbijartina pêşwext wêdetir vî tiştî dibêjin; îqtidara siyasî nikare welêt bi rê ve bibe. Mafên karkeran xesp dike. Lewma divê biçe. Divê ehlên kedê, dostên kedê û kesên cihêkariyê nakin welêt bi rê ve bibin." 
 
ENCAMA NEBIRÊVEBIRINÊ
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi Îş'ê Ozgur Karabûlût jî anî ziman ku ji ber ku îqtidara siyasî nikare welêt bi rê ve bibe nîqaşên derbarê hilbijartina pêwşext de dest pê kirine û got: "Îqtidara siyasî gava nikaribe welêt bi rê ve bibe wê serî li hilbijartina pêşwext bide. Herî dawî Serokomar got 'wê hilbijartina pêşwext çênebe, am em dewleta qebîleyan e ku tim hilbijartinên pêwşext bikin.' Lê em ji kirinên berê de dizanin ku welatê ku di bin rêveberiya wî de bû gelek caran ber bi hilbijartina pêşwext de biriye. Gava hilbijartinê pêwşext dibûn, krîz hebû. Niha jî heye. Lewma daxuyaniyên wekî wê hilbijartin çênebe ne daxuyaniyene mirov pê bawer bike." 
 
Karabûlût, anî ziman ku ji ber krîza aborî bi milyonan kesî hêviya xwe ji tifaqa îqtidarê biriye û got: "Her diçe qîrîna 'em nikarin debara xwe bikin' mezintir dibe. Betalî û xizanî pir zêde bûye. Tenê ne di warê kedê de, di hemû qadan de hilweşandin û rûxandin heye. Bertekên li dijî îqtidara siyasî zêde bûne. Ji ber vê hilbijartina pêşwext di rojevê de ye. Lê gava em ji hêla me kedkaran lê mêze bikin, ji hilbiajrtina pêwşext wêdetir fikara nedebarkirinê û jiyanê zêdetir xwe dide der. Fabrîke tên girtin, hilbijerîn sekiniye lê li hêla din jî sermayeya patrona zêde dibe. Ligel vê jî îqtidara siyasî hilbijartina pêwşext nîqaş dike. Çendî ku bibêjin na, tiştekî werê çênabe jî lê wê çêbibe. Lê yê me hilbijartina pêşwext ne dir orjeva me de ye. Di rojeva me de pirsgirêka debarê û xiznaiyê heye. Lê heger hilbijartinek çêbibe jî wê kedkar dengê xwe nedin AKP'ê." 
 
MA / Nacî Kaya