HDP 'li dijî tundiya zilam-dewletê' di 7’ê mijdarê de li qadan e

img
ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr-dewletê em ê têbikoşin' di 7'ê mijdarê de li bajarên pîlot ew ê starta 25'ê Mijdarê bidin û got ku ew ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin û li dijî rejîma qeyûmê dengê xwe bilind bikin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapameniyê li dar xist û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Acar, bi bûyera erdhejê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Tenê erdhej nakuje polîtikayên tên meşandin jî mirovan dikujin. Em ji malbatên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin."
 
 ‘SERHILDANA JINÊ DAIŞ’Ê SEROBIN KIR’  
 
Acar, bal kişand ser 1'ê Mijdarê Roja Kobanê û derbarê mijarê de ev tişt got:"Em şoreşgerên li Kobanê dîrok nivîsandin bi bîr tînin. Çeteyên DAIŞ’'ê li dijî têkoşîna jinê têk çûn. Serhildana jinê zihniyeta reş a DAIŞ'ê serobin kir. Jin îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jiyana nû pêşengiyê dikin. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li dijî DAIŞ’a ku li Fransa û Viyanayê êrişan pêk tînin, serî hildidin.”
 
“4'ê MIJDARÊ PLANA SAZÎBÛNA FAŞÎZMÊ YE’ 
 
Di berdewama nirxandinên xwe de Acar, qala armanca darbeya siyasî ya 4’ê mijdarê ya li hemberî partiya wan û nirxandinên xwe wiha domand: “Îro 4'emîn salvegera darbeya li ser partiya me ye. Li dijî partiya me darbeyeke siyasî pêk hat. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê çar sal berê îro hevserokên me Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş û gelek rêhevalên me di encama darbeyekê de bi awayekî ne hiqûqî rehîn girt. Darbeya 4'ê Mijdarê plana sazîbûyina faşîzmê ye. Ev êriş hem li dijî gelan û demokrasiyê bû û di heman demê de li dijî partiya me ya ku partiya jinê ye. Em ji rêhevalên xwe Sebahat, Gulten, Gulser, Figen, Çaglar, Aysel, Ayla yên di zindanan de ne re slavên germ dişînin. Em dîsa dibêjin tu mafê kesî tuneye ku ji ser bedena me ji me re gotinan bibêjin." 
 
ZANÎNGEHÊN JINAN
 
Acar da zanîn ku armanca avakirina zanîngehên jinan ne ji bo xebatên xweser ên jinan e û ev tişt anî ziman:"Armanca fikra avakirina Zanîngehên Jinan ew e ku saziyeke yekperest, olperest ava bikin. Dixwazin jinê terkî însafa mêr bikin. Daxwaza jinan a ji bo Zanîngeha Jinan tune ye. Çawişê Pispor ê bi navê Mûsa Orhan ê ku bû sedem Îpek Er xwe întihar bike tevî ku sûcê qebûl kir dîsa jî nehatiye girtin. Ev yek bi alîkariya dewlet îktidarê tê kirin."
 
TÊKOŞÎNA 365 ROJAN
 
Acar, bi lêv kir ku jinên têkoşîna jinê dimeşînin dibin hedef û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anîn: "Vê hefteyê li Mêrdînê tevî Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan 14 kes hatin binçavkirin. îktîdar topyekun êrişî îrade û têkoşîna jinê dike. Em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê li dijî desthilatdariya mêr 365 rojî têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê di 7'ê Mijdarê de li bajarên pîlot starta 25'ê Mijdarê bidin û em ê bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr-dewletê em têkoşîn in" li qadan bin. Em ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin û em ê li dijî rejîma qeyûmê dengê xwe bilind bikin. Em ê li mîrateya Xwişkên Mîrabel, Patria, Minerva û Maria yê li dijî dîktatoriyê li berxwe dane, xwedî derkevin."