Siyasetmedarên Kurd bang li Barzanî kirin: Dawî li Birakujiyê bînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ji bo rageşiya di navbera hêzên Kurd a Kurdistana Federe de bang li Serokê PDK'ê Mesut Barzanî kir û got: “Divê îtîfaya yekîtiya gelê Kurd pêş bikeve. Ji xeynî yekîtiyê rê tune. Divê dawî li Birakujiyê bînin."   
 
Hevserokên Kongreya Civaka  Demokratîk (KCD), Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Murat Sarisaç, têkildarî rageşida di navbera hêzên kurdan ên li Herêma Kurdistana Federe de pêş dikeve li avahiya HDP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir anî ziman ku Kurd di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Kurd sed salin hatine perçekirin. Kurd li dijî hêzên dagirker di şerekî dijwar de ne. Hevî û bendewariya hemû hêzên siyasî û rêxistinî yên gelê Kurd ewe ku pêşengên Kurd, siyaseta xwe, polîtîkayên xwe, li gorî daxwaz û berjewendiyên gelê Kurd ên sed sal şûnde amade bike û pilan bike." 
 
Bayindir, bang li hemû rêxistin, pêşeng û siyasetmedarên kurd kir û xwest rê li pêş şerê navxweşî bigirin û demek berî demekê ji bo yekîtiya neteweyî gavên şênber bavêjin. Bayindir xwest sazî û rêxistinên kurd ji bo yekîtiya Kurdan û statuya Kurdan rol û misyon bidin ser xwe û rê li pêş vê rageşiyê bigirin. Bayindir, bang li çapemeniya Kurd û televîzyonên Kurdan jî kir û xwest nûçeyên ku rê li pêş rageşiyê vekin neke."
 
Bayindir, xwest sazî, rêxistin û pêşengên Kurdan bêtir berpirsiyar û hestiyar tev bigerin û rola xwe ya ji bo yekîtiyê baş bilîzin û ji bo yekîtî û statuya  gelê Kurd a Sedsalê rola xwe bilîzin. Bayindir xwest tu carî diyaloga navbera Kurdan qut nebe û hemû pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. 
 
GUVEN: EM VAN LÎSTIKAN DIZANIN
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku Kurd di pêvajoya dîrokî re derbas dibin û wiha got: "Kurdistan kirin çar perçe. Niha dîsa dest bi lîstika qirêj kirin. Niha dixwazin Kurdan bi kurdan bidin şikandin. Em van lîstikan baş dizanin. Kesên bi hezaran salin dijminê Kurdan in, tu carî yekîtiya Kurdan naxwazin. Kurd bi hezaran salin li ser axa xwe bi ziman çand û nasnameya xwe dijî. Kurdan bedelên pir giran dan. Niha dîsa di rewşa qrîtîk de derbas dibin. 
Kurd dîsa bedelan didin. Komkujiya Enfalê, Komkujiya Halepçeyê, Komkujiya Agirî, Komkujiya Dersimê, Komkujiya Zilanê, komkujiya Roboskî û gelek komkujiyên din hatin serê Kurdan. " 
 
BANG LI MESÛT BARZANÎ KIR
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bang li Serokê PDK'ê Mesut Barzanî kir û got: “Divê îtîfaya yekîtiya gelê Kurd pêş bikeve. Ji xeynî yekîtiyê rê tune. Divê dawî li Birakujiyê bînin. Piştî vê sedsalê êdî kes nikare bêjin Kurd tune ne. Kurd hene û li ser axa Kurdistanê dijîn. Kurd ji bo hebûna xwe azadiya xwe û azadiya axa xwe dijîn. Ji bo vê yekê bedelên giran didin. Tirkiye gav bi gav li axa Başûrê Kurdistanê MÎT'ê bi cih dike. Di nava Kurdan de lîstikê pêş dixin. Mesut Barzanî jî gotibû "Em naxwazin bibin qatilên birayên hev. Em bang li Birêz Mesud dikin ku dest ji Birakujiyê berde. Hêzên ku di sala 199'an de bi kompo Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin û hêzên ku dixwqazin Kurdan bînin hemberî hev heman hêz in."