HDP'ê banga îstifakirinê li Erdoğan kir

img
ENQERE – MYK’a HDP’ê, diyar kir ku çavkanî û berpirsê qrîzê Serokkomar Erdogan e û banga îstifayê li Erdogan kir û ev tişt got: “Tekane rêya ku Tirkiyeyê ber bi selametiyê ve bibe çûna hilbijartinê ye.”
 
 Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê îstifakirina Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak de daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyaniya HDP’ê ji aliyê Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê ve hat dayîn û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îstifa kirina Albayrak rewşa ku welat ji ber qrîza rejîmê têde ye nîşan dide. 
 
DAXWAZA BUDÇEYEKE NÛ
 
Di berdewama daxuyaniyê de bertekên civakê yên li hemberî qrîza aborî û siyasî ya li welat hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku ji ber îstifakirina Albayrak hikmê Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2021’an nemaye û hat xwestin ku budçeyeke nû bê amadekirin.  
 
BANGA LI ERDOGAN
 
Her wiha hat destnîşankirin ku çavkanî û berpirsê qrîza li welat Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan e û bi van gotinan banga îstifayê li Erdogan hat kirin: “Em Erdogan vedixwînin îstifayê. Tekane rêya ku Tirkiyeyê ber bi selametiyê ve bibe çûna hilbijartinê ye.”