Berwarî: Çareseriya krîza Tirkiye û PDK'ê Ocalan e

img

STENBOL - Akademîsyen Kamuran Berwarî, helwesta PDK'ê ya li dijî gelê Kurd nirxand û anî ziman ku PDK li gorî daxwaza hikûmeta Tirkiyeyê gavan davêje û ev yek zerarê dide. Berwarî, da zanîn ku di nava PDK'ê de piranî endam û rêveberên wan li dijî şer in û got: "Çareseriya qrîza di nava PDK û Tirkiyeyê de nerînên Ocalan e. Nerîna Ocalan a Yekîtiya Neteweyî ye. 

Bertekên li dijî rêveberiya Herêma Kurdistana Federe Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a bi Tirkiyeyê re her ku diçe zêde dibe. Siyasetmedarê Kurdistana Federe û Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamuran Berwarî, têkildarkî geşedanên li herêmê pêş dikeve ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
SEDEMA QEYRANÊ TIRKIYE YE  
 
Berwarî, anî ziman ku rageşiya li herêmê hêj didome û wiha got: "Ji ber vê rageşiyê em bi fikar û guman in. Rageşî ne tiştekî asayî u ji rêzê ye. Rageşiyek bi plan bi pergal e. Kurdistan niha hatiyedagirkirin. Li Başûr ji sala 1991’an heta niha statuyek heye. Peymanên navneteweyî hene. Li gorî vê peymanê eskerên dewletên cuda nikarin têkevin nava vê herêmê. Dîsa firandina balafiran jî li vê herêmê hatiye qedexekirin. Li gel peymanên navnetüeweyî dîsa dewleta Tirk li gorî peymanê tev nagere. Li Başûrê Kurdistanê serwergiya gel nas nake. Bi salan e biryarên navneteweyî tune dihesibîne. Hem ji hewa de êrîş dike û hem jî li beşayê xwe bi cih dike. Dîsa hurmetê ji serweriya Iraqê re jî nîşan nade. Dewleta Tirk hatiye li herêmê nêzî 36 qereqol li Başûr ava kirine. Li aliyê din faliyetê MÎT'ê û îstîxbaratê jî hene."  
 
'GELEK BEŞÊN PDK'Ê LI DIJÎ ŞER IN'
 
Berwarî li ser daxuyaniya Serokê PDK'ê Mesut Barzanî ku gelek kes wekî 'ilana şer' pênase dikin jî rawestiya û wiha axivî: "Yê ku got 'Me dawî li şerê birakujiyê anî' Birêz Mesut Barzanî bû. Em li bendê bûn ku Barzanî daxuyaniya ji bo diyalogê bide. Lê ev daxuyaniya wî ji aliyê gel ve wekî îlana şer hat xwendin. Lê mirov niha nikare bêje îlana şer. Ji ber ku hêj rêyên aştiyê vekirî ne. Li çar aliyê Kurdistanê, rewşenbir, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û gel li diji şer in. PKK jî niha ji bo diyalogê amade ye. Di nava PDK'ê de gelek pêşmerge û gelek beşên PDK'ê li dijî şerin. Şerê gel naxwazin. Bi piraniya PDK'ê şer naxwazin. Gelek rayedarên eskerî yên pêşmerge şer naxwazin û şer nakin. Peyama Pêşmergeyan aştî ye. Kî tev li şer bibe û piştgiriyê bide şer dê xizmeta dewleta Tirk bike. Ev yek dê zerarê bide gelê Kurd. Dê zerarê bide destkeftiyên Başûr. Ji ber vê yekê divê Mesut Barzanî daxuyaniya xwe biguherîne û rast bike. Divê hemû hêzên Kurdan li ser derxistina Tirkiye ya ji Başûr hûr û kûr bibe. Şer ji bo Kurdan ne xêr e. Êş û birînên “Birakujî” ya di nava Kurdan de gelek zêde ye. Ji sala 1964’an heta niha li Başûr şerê Birakujîyê didome. Ji wê demê heta niha 40 hezar pêşmerge mirin. Xanî hatin xerakirin û koçberiyek mezin çêbû. Gel êşên zêde kişandin. Şer ji bo Kurdan û PDK'ê ne xêr e."
 
 
'PIRSGIRÊK HEBÛNA ESKERÊ TIRK Ê DAGIRKER E' 
 
Berwarî, da zanîn ku şerê li herêmê dê Kurdistana Başur lawaz bike û wiha lê zêde kir: "Gelê Başur li dijî şer e. Li dijî şerxwazan e jî. Pirsgirêka Başûr ne hebûna PKK’ê ye. Pirsgirêk hebûna eskerê tirk ê dagirker e. Sedema qeyranê Tirkiye ye. Li çar perçeyên Kurdistanê sedema qeyranên ku 30 salin didome bi şiklekî rol û rista Tirkiyeyê heye. Sedema qeyranên li Libya, Suriye, Karabag, Irak û Kurdistanê pêş dikeve dewleta Tirkiye ye. Hikûmeta Başûr jî ketiye bin tesîra dewleta Tirkiyeyê."
 
 
Berwarî, xwest Hikûmeta Kurdistana Federe li gorî zagonên Iraqê tev bigere û wiha bi dawî kir: "Divê hikûmeta Başûr biryarên wêrek bigire. Divê eskerên tirk û îstixbarata Tirk ji Kurdistanê derxe. Di sala 2017'an de sedema ku axa Başûrê Kurdistanê ji sedî 50’î winda kir dewleta Tirk e. Sedema raşeyiya niha jî planên Tirkiye ye. Çawa ku Dewleta Osmanî Alayên Hamidiye û Kurd anîn hemberî hev, niha jî heman tiştî dike. 
 
‘ÇARESERÎ FIKRÊN OCALAN  E 
 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê nîsanê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtin kir. Bang li PKK û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir û xwest yekîtiyê xurt bikin. Çareserî bang û fikra Ocalan a Yekîtiya Neteweya Kurd e. Birêz Ocalan, derdê Kurdan ji her kekî bêtir zane. Dîroka Kurd û Tirkan baş lêkolîn kiriye. Gelek pirtûk li ser vê yekê nivîsîye. Divê Ocalan weki serokê partiyekê neyê zanîn. Ji aliyê cîhanê ve tê nasîn. Pêdiviya Kurdan ji bîrdoziyek hevpar heye. Çareserî fikra Birêz Ocalan a Konfederalizma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk e."
 
 
MA / Îdrîs Sayilgan