Beştaş: Wê li ser Înstagramê hêj gelek nûçeyên îstîfayê werin

img
ENQERE – Cîgira Wekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îstîfaya Beraat Albayrak îflas û têkçûn e û got: “Her ku ew bi ser me ve werin dê li ser Twîtter û Înstagramê nûçeyê îstîfayê werin û berê wan bikeve hev.”
 
Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.
 
Beştaş têkoşîna karkeran a li dijî guhertina xalên qanûna karkeran nirxand û got: “Têkoşîna ked û karkeran bi îqtîdarê gav paş de da avêtin. Li tevahiya karker û kedkaran û muxalefetê û li me hemûyan pîroz be. Em ê ji niha şûn ve jî li her qadê li gel karkeran têbikoşin.”
 
‘XELKÊ MUHTACÎ XWE DIKIN’
 
Beştaş îstîfaya zavayê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, Wezîrê Maliye û Xazîneyê Beraat Albayrak nirxand û got: “Her ku Erdogan spasiya zavayê xwe kir, dovîz biha bû. Her çiqas Erdogan bêje ‘em ne muhtacî IMF’ê ne” jî lê bes IMF’iyek xwecihî ava kirin û xelkê muhtacî IMF’iya xwecihî kirin. Niha bi milyonan însan bi deynan re rûbirû maye. Berpirsiyariya vê yekê jî Qesra îqtîdarê û Erdogan e.”
 
‘HÊJ WÊ GELEK JI WAN ÎSTÎFA BIKIN’
 
Beştaş anî ziman ku her çiqas dibînin ku anket nebaş tên ew jî dest bi revê dikin û ev têkbirina wan xuya dike. Beştaş da zanîn ku îqtîdar ser rastiyan digire û îstîfaya wezîrek tenê têr nake û divê Erdogan û tevahiya wezîran îstîfa bikin. Beştaş da zanîn ku pêwîste reva rayedarên îqtîdarê ewqas ne hêsan be û wiha got: “Beraat Albayrak di hesabê xwe medya civakî Instagramê de bi awayek ‘bêcidî û bêberpirsiyarî’ îstîfaya xwe ragihand. Ev yek jî lixwe mikûr hatina îflasê û têkbirinê ye. Pesnê xwe didin ku bi hilbijartinê hatine. Bi Twîtter û modelek nû bi rêya Înstagramê direvin. Reva we ewqas ne hêsan e. Wê nikaribin ewqas hêsanî birevin. Heke bi qasî serê derziyê jî demokrasi hebe, pêwîste hesab bidin xelkê. Ya herî girîng jî ew e pêwîste hesab bidin parlamentoyê û darazê. Cihê darizandina herî girîng a siyasetmedaran sindoq in. Wê xelk hesabê vê yekê di sindoqa ewil de biprise. Pêwîste hesabê vê yekê hem serokê giştî yê AKP’ê û hem jî rayedarên din bidin. Her ku ew bi ser me ve werin dê li ser Twîtter û Înstagramê nûçeyê îstîfayê werin û berê wan bikeve hev. Hêj wê gelek nûçeyên îstîfayê werin bihîstin.”