Tiryakî: AKP ne ji bo civakê ji bo berjewendiyên xwe ‘Qanûna Hilbijartinê’ diguherîne

img
ENQERE – Hevberdevkê Komîsyona Karên Hilbijartinê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî “Qanûna Hilbijartinê” ya ji aliyê îqtîdarê ve tê xwestin were guhertin nirxandin û got: “AKP dibîne ku dengê wan ketine û dixwaze bi vê guhertinê alternatîfek çê bikin.”
 
Îqtîdar wek gelek qanûn û xalên din dixwaze “Qanûna Hilbijartinê” jî biguherîne. Ev demek dirêj e guhertina vê qanûnê di rojeva îqtîdarê û muxalefetê de ye. Teklîfa “Qanûna Hilbijartinê” hêj nehatiye Meclîsê.
 
Hevberdevkê Komîsyona Karên Hilbijartinê yê HDP’ê û Parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî “Qanûna Hilbijartinê” ya ji aliyê îqtîdarê ve tê xwestin were guhertin nirxand.
 
‘AKP DIBÎNE KU KETIYE LOMA PERGALÊ DIGUHERÎNE’
 
Tiryakî diyar kir ku hêj ev teklif pêşkêşî Meclîsê nehatiye kirin û ew ji naveroka vê guhertinê ne agahdar in û ev demek dirêj e AKP li ser vê guhertinê dixebite. Tiryakî destnîşan kir ku pêwîste li Tirkiyê yasaya partiyên siyasî û yasayên hilbijartinê werin guhertin û got: “Lê belê îro vê guhertina tê xwestin ji pêdiviya civakî wêdetir, AKP bêtir dixwaze wan dengên xwe yên winda bûne berhev bike û ji vê yekê re dixwaze alternatîfek çê bike. AKP dixwaze hilbijartinê ber bi xwe ve veguherîne. AKP dibîne ku di hilbijartina pêşiya me de wê bi ser nekeve. Vê carê radibe dixwaze bi guhertina ‘Qanûna Hilbijartinê’ dixwaze bi ser bikeve. Heke armanca AKP’ê pêdiviya civakî û welat bûya bila were bi partiyên muxalefetê re xwe bike şirîk û bila ev pirsgirêk were çareserkirin. Lê armanca îqtîdarê cuda ye.”
 
Kamuoyuna yansıyan düzenleme içerisinde yer alması beklenen Muhtarlık seçimlerine ilişkin düzenlemeye dair tüm siyasi partilerin bir eğilimi olduğunu dile getiren Tiryaki, “Ama AKP’nin yaptığı şöyle bir şey var; bütün hileli işlerinin içine iyi birkaç bir şey koyarak, göz boyamaya çalışıyor. Onun dışındaki kamuoyuna yansıyan maddeler AKP’nin seçimi kendi lehine çevirmek için yürüttüğü hamleler” diye belirtti.
 
PERGALA HILBIJARTINÊ YA HERÊMÊN TENGKIRÎ
 
Tiryakî bal kişand ser “pergala hilbijartina herêma dengkirî” û got: “Muhetmelek wisa xuya dike ku wê di pergala hilbijartina herêma teng de guhertinê çê nekin. Çimkî AKP û Erdogan dibe vê nexwazin. Ji berk u encama ew dixwazin dibe ku bi dest nexin.”
 
‘DIXWAZIN PÊŞIYA PARTIYÊN NÛ ASTENG BIKIN’
 
Tiryakî anî ziman ku guhertina wek “derbasbûna parlamenterek ji bo partiyek din û benda hilbijartinê di nava tifaqê de” tê maneya ku AKP dixwaze pêşî li van partiyên nû ava bûne bigire. Tiryakî diyar kir ku şirîkê AKP’ê, MHP ji bo benda tifaqê bi mesafeyî nêzî meseleya guhertina dibe û ku MHP ditirse wê li gelek herêman dengê xwe winda bike.
 
‘GUHERTINA BENDÊ JI BO BERJWENDIYÊN XWE DIXWAZIN’
 
Tiryakî da zanîn ku li ser benda hilbijartinê ya ji sedî 10 hin guhertin tên pîlansazkirin û di vî derbarî de agahiyên kulîsan hene lê bele hêj metnek nîne. Tiryakî got AKP û hevkarê xwe her ku diçin biçûk dibin û di anketan de jî derdikeve holê ku dengê wan winda bûne û dixwazin ji bo vê yekê jî di benda hilbijartinê de jî guhertinê pêk bînin.
 
‘HIN AKP’YÎ HILBIJARTINA PÊŞWEXT DIXWAZIN’
 
Tiryakî anî ziman ku nîqaşên hilbijartina pêşwext di rojevê de ne û di nava AKP’ê de jî yên dixwazin ku hilbijartina pêşwext pêk were hene.
 
‘DIVÊ BENDA HILBIJARTINÊ WERE RAKIRIN’
 
Tiryakî destnîşan kir ku pêwîste ji bo pêdiviyên civakî benda ji sedî 10 a hilbijartinê were rakirin û dawî li vê sepanê were.
 
MA / Bêrîvan Altan