Ji bo Dersimê ji Meclîsê daxwaza lêpirsînê hat kirin

img
DERSIM – Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu ji bo li bajêr “polîtîkayên şerê taybet derkeve holê” xwest Meclîs Lêpirsînê bike.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan ji bo li bajêr “polîtîkayên şerê taybet derkeve holê” û bûyerên destdirêjiyê yên li ser jin û zarokan werin lêkolînkirin, xwest Meclîs Lêpirsînê bike. Onlu daxwaza xwe da Serokatiya Meclîsê û li Dersima ku wek “bajarê aramiyê” ji aliyê îqtîdarê ve tê îfadekirin, lê hêj êrişên li ser erdnîgarî, çand, bawerî û nasnameya wê didomin.
 
Onlu bal kişand ser destdirêjiya jinan û polîtîkaya îstîsmarkirinê ya li Dersimê û îqtîdar ji bo her cûre reşkirina Dersimê rêbazên sîxûriyê û tundiyê xistiye dewrê. Onlu anî ziman ku li Dersimê li ser zarokan her cûre rêbazên îstîsmarkirinê di dewrê de ne. Onlu da zanîn ku li navenda Dersimê gelek cafe û restoran bi armanca bikaranîna tiryakê, îstîsmarkirinê û beramberî pereyan ji bo têkiliya zayendî bi taybetî hatine vekirin û ev cafe û restoran gelek ji wan di serdema waliyê Dersimê Tuncay Sonel de hatine vekirin û ev yek ji aliyê xelkê Dersimê ve jî tê zanîn. Onlu diyar kir ku yek ji mînaka van kirinên li dijî civakê jî windakirina xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ye ku 313 roj in agahî jê nayê girtin.
 
Onlu ji bo van kirinên nebaş ên li dijî civakê ji Meclîsê xwest were lêkolînkirin.