Qedandina pêvajoya çareseriyê bi komkujiyên DAIŞ’ê ve girê da

img

ENQERE  - Wezîrê Parastina Netewî Hûlûsî Akar di nîqaşên budçeyê de axivî û qedandina pêvajoya çareseriyê bi komkujiyên DAIŞ’ê yên li Pirsûsê, Enqere, Dîlok û Balafirgeha Stenbolê ve girê da. 

 
Budçeya sala 2021’an a Wezareta Parastina Netewî (MSB) a ku di Komîsyona Plan û Budçe ya Meclîsê de dihat nîqaşkirin, hat qebûlkirin. 
 
Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, di nîqaşên komîsyonê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku di operasyonên “Mertala Firatê, Şaxa Zeytûnê, Tevgera Pençe û Tevbera Aştiyê” yên Tirkiyeyê li dar xistin de, gelê kurd hatin hedef girtin.
 
Hatîmogûllari, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li Lîbyayê, piştî ku Kaddafî hat qetilkirin, şer dest pê kir û alîgiriya vî şerî hat kirin. Ji bo Hikumeta Mûtabakat a Netewî ya Trablûsê piştgirî hat dayîn. Her tim me di Meclîsê de got; ‘Wisan nekin, ev siyaset bi awayekê dem kurt dide qezenc kirin.’ Lê em bi Haftertiyê sûcdar kirin. Halbûkî me yekgirtina axa Sûriyeyê, Lîbyayê û aştiya navxweyî diparast.”
 
PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ 
 
Hatîmogullari, da zanîn ku şer gelekê bihaye û wiha got: “Di navbera salên 2013 û 2015’an de pêvajoya çareseriyê di nava Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de pêş ket. Li gorî wan salan budçeya Wezareta Parastina Neteweî 2,3 mîlyar zêde bû. Di pêvajoya çareseriyê de, kêmbûyînek pir cîdî hebû. Budçeya Parastina Netewî, di sala 2014’an de 1,4 mîlyar TL, di sala 2015’an de jî 9 mîlyar TL zêde bû. Yanî di pêvajoya çareseriyê de, pir kêm ji bo parastinê pere hat veqetandin. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin, divê hemû alî bên gel hev û dest bi pêvajoyekê diyalogê bikin. Divê eskerên Tirkiyeyê, ji Sûriyê û Iraqê paşve vegerin û ji bo çareseriya pirsgirêkên her du welatan bikeve nava hewldanên siyasî. ‘Li gel cîranên me hizûr hebe, wê di  mala me de hizûr çêbe.’ Ev stratejiya herî baş a parastinê ye.”
 
PIRSGIRÊKA KURD 
 
Parlamenteê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî, bal kişand ser pirsgirêka kurd a ku dewam dike û wiha got: “Xerckirinên parastinê li gorî jêderkên me pir zêde diçe. Divê di hûndir de, di serî de pirsgirêka kurd, hemû pirsgirkên din bên çareserkirin ku budçe ji bo şer neyê veqetandin.”
 
AKAR BEHSA PÊVAJAYA ÇARESERIYÊ KIR
 
Wezîr Akar, derbarê axaftina Hatimogûllarî ya têkildarî pêvajoya çareseriyê de, wiha axivî: “Liv ir, me qert jî derxistibûn. Tiştekê ku hûn dizanîn, lê ez dixwazim carek din bidim bibîr xistin. Pêvajoya çareseriyê ya di sala 2013 û 2015’an de, li vê derê kesên li dijî pêvajoya çareseriyê derketin hene. Lê di encamê de çibû? Bûyerên li Dîlok, Gara Enqerê, Balafirgeha Stenbolê û Pirsûsê rû dan. Yanî bi sedan kes hatin qetilkirin. Bersiv ev bû. Gelo li ser vê yekê çibû? Di 24’ê Tîrmehê de, li gelek cihên terorê hatin xistin. 24 saetan û 48 saetan ji hewade hatin lêxistin.”