HDP çû serdana TTB'ê

img

ENQERE - Şandeyeke HDP'ê ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî di nav de, Yekitiya Bijîşkên Tirk (TBB) ziyaret kir. 

 
Şandeyeke ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê bi pêşengiya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar di çarçoveya karên xwe yên li ser "Budçeya ji bo gel, ne ji bo qesrê" serdana Navenda Giştî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) kir.
 
Şandeya HDP'ê ya ji Hevserokê Giştî Mîthat Sancar, Alîkarê Hevserokan Garo Paylan û parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît û Necdet Îpekyuz pêk dihat, bi Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci û endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Alî Îhsan Oktem re hevdîtin kir. Şandeyê ji rêveberên nû yên TTB'ê re daxwaza serketinê kir û têkildarî karên ku HDP li ser budçeyê dimeşîne agahdar kirin. Di hevdîtinê de, têkoşîna li dijî şewbê jî hate nirxandin û hat destnîşan kirin ku HDP bi daxwazên xebatkarên tenduristiyê re ye û piştgiriya wan dike.