Ocalan ê HDP’î: Divê ciwan pirsgirêkên xwe nîqaş bikin

img

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, di hevdîtina budçeyê ya Wezartiya Ciwan û Sporê de axivî û got: “Desthilatdarî pirsgirêkên ciwan kûrtir dike. Ciwan bê karin, fêrî tiryak kêşiyê hatine kirin, fikar û gumanên wan ên pêşeroja wan hene. Divê êdî ciwan bi xwe pirsgirêkên xwe nîqaş bikin."

 
Nîqaşên têkildarî “Pêşnûmeya Qanûnê ya Budçeyê ya Rêveberiya Navendî ya Sala 2021’an” a di Komîsyona Plan û Budçe ya Meclîsê de dewam dikin. Di civîna îro ya komîsyonê de, budçeya Wezîrtiya Ciwan û Spor hat nîqaşkirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan, di civîna komîsyonê de axivî. Ocalan, diyar kir ku nîveka temen a di komîsyonê de, ciwanên temsîl nake û wiha got: “Divê, êdî ciwan bi xwe pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û li ser biaxivin. HDP’ê di sala 2015’an de li Komîsyona Qanûna Bingehîn gotibû ku bila temenê hilbijartinê dakeve temenê 18’an, lê yaredariyên hikumetê li dijî vê yekê derketibûn. Di saya têkoşîna HDP’ê de, hikumetê temenê hilbijartinê daxisy 18’an. Ev pêngavek mezine, lê divê tenê di dîtbariyê de nemîne.  Lazime ku ciwan hîn zêdetir  bi awayekê aktîf di hemû qadan de cih bigirin.”
 
BERTEKA KURDÎ
 
Ocalan, diyar kir ku piraniya nifûsa Tirkiyeyê ji ciwanan pêk tê û wiha bilêv kir: “Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên ciwanan ên sereke perwerde ye. Ciwanên kurd nikarin li welat bi zimanê xwe biaxivin. Ne dîtina zimanê kurd, rewşeke bêwateye.”
 
TIRYAK KÊŞ 
 
Ocalan, da zanîn ku desthilatdarî li şûna ku pirsgirêkên ciwanan çareser bike, kûrtir dike û wiha pê de çû: “Ciwan bê karin, fêrî tiryak kêşiyê hatine kirin û derbarê pêşerojê de fikarên wan hene. Di şexsê ciwanan de, dixwazin civakê tune bikin. Ka ez hinek behsa herêmê bikim; her cureyên tiryakê hatine pêşxistin. Ne pêwîste em pir dûr biçin. Em dikarin ji Guvenpark, Dîkmen û Cebciya Enqerê dest pê bikin. Ciwanên me li parkan, di nava rojê de, tiryakê bi kar tînin. Ger li paytexta welat ev yek hebe, wê demê em qet behsa Riha, Mêrdîn, Şirnex û bajarên din nekin. Di serê her koşeyê kolanên van bajêran mobeseyek heye, lê li dijî tiryak kişandinê tu polîtîkayek tuneye. Ji ber vê budçeya ji bo vê yekê hatiye veqetandin pir kême.”
 
6 MÎLYON KREDÎ DEYN HEYE
 
Ocalan, bal kişand ser deynên kredî yên xwendekarên zanîngehan û wiha pê de çû: “Xwendekarên zanîngehan bêkarin. Niha 6 mîlyon kredî deyn heye. Di şevekê de, dikarin bi milyaran deynên holdingên qirasa jê bibin, lê nikarin vî barê li ser pişta xwendekaran rakin.”
 
GEF Û ZEXTÊN SÎXÛRTIYÊ
 
Ocalan, dest nîşan kir ku ciwan li dijî desthilatdariya AKP’ê ne û wiha bi dawî kir: “Di demên dawî de, kesên xwe weke endamên MÎT’ê didin nasandin, gefan li endamên Meclîsa Ciwanên partiya me dixwin û sîxûrtiyê li wan ferz dikin. Hevalên me yên ciwan ên dixwazin siyasetê bikin, rastî helwestên qirêj ên bi vî awayî tên. Em van helwestan qebûl nakin. Dîsa ciwanên tên revandin, tên îşkencekirin, binçavkirin û girtin. Di heman demê de gefa kuştinê li wan tê xwarin. Meclîsa Ciwanên HDP’ê, niha li her derê li dijî tiryakê, tacîz, tecawîz, bêkarî, bişavtin, xizantî û zextan xebatekê kampanyayê bi rêve dibe. Ev xebatên ciwanan demokratîk rewa, qanûnî û meşrû ne.”