Ji ber rexnekirina girtina Demîrtaş ji bo Kiliçdaroglû fezleke hat amadekirin

img
ENQERE – Li ser gilîkirina parlamenterên MHP’ê, ji ber rexnekirina girtina Demîrtaş ji bo Kemal Kiliçdaroglû fezleke hat amadekirin û hat xwestin destnedana Kilkiçdaroglû bê rakirin. 
 
Li ser gilîkirina parlamenterên MHP’ê ya di 5’ê sibata 2020’an de, derbarê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû de fezleje hat amadekirin. Di fezlekeye de rexnekirina Kiliçdaroglû ya girtina Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş sûc hat hesibandin û hat xwestin ku destnedana Kiliçdaroglû bê rakirin. 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglû, li gel ku piştgiriya rakirina destnedayîna Demîrtaş û parlamenterên HDP’ê yên din kir jî di gelek daxuyaniyên xwe de ji ber girtina Demîrtaş rexne li hikûmetê dike û daxwaz dike ku Demîrtaş bê berdan.