Olûç: Çima ewqas HDP’î girtî ne?

img
EQNERE – Serokwekîlê Koma HDP’’ê Sarûhan Olûç, daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ên derbarê reformên darazê de bi bîr xist û pirsa ku çima ewqas HDP’î girtî ne kir. 
 
Serokwekîlê Koma HDP’’ê Sarûhan Olûç, li meclisê civîneke çapameniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Olûç, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêşniyarqanûna enerjî û piyaseya elektrîkê ku ji komîsyonê derbas bû û li bendê ye bê Lîjneya Giştî ya Meclisê û diyar kir ku xala 6’emîn a pêşniyarqanûnê rê dide ku şîrketên medenê dikarin li derveyî qadên ruxsatê jî tesîs ava bikin. 
 
‘JI BO ŞÎRKETAN QANÛN NAYÊN DERXISTIN
 
Olûç, bertek nîşanî pêşniyarqanûnê da û diyar kir ku ji bo şîrket dixwazin qanûnên nayên amadekirin û wiha got: “Bi vê qanûnê re daristan, erdên çandiniyê, çêrgeh, qadên avên vexwarinê û qerax ji qadên medenê re bên vekirin. Dibe ku tesis demkî bin lê bi xwe re xwezayê gemarî bikin û bibin sedema zêdebûna qirêjiya hawirdorê. Dîsa bi xala 12’an tê xwestin dewlet piştgiriya şîrketên ku lastîkên wesayîtan dişewitînin bike. Bi vê tê xwestin ku ev jî bikeve nav enerjiyên ku xwe nû dikin.”
 
‘ÇIMA HÊ LI SER PEYWIRÊ YE?’
 
Ji bo pêvajoya pandemiyê jî Olûç nirxandinan kir û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Me ji bo nirxandina pandemiyê pêşniyar kir ku li Lîjneya Giştî ya Meclisê hevdîtineke giştî bê kirin. Mijar gelek girîng e. Ji ber sistkirina bergiriyan û biryarên şaş vîrûs zêde dibe. Em dixwazin sedema vê yekê nîqaş bikin. Dane rastiyê nîşan nadin. Baweriya daxuyaniyên Wezîrê Tenduristiyê nemaye. Wezîrê Darayî û Xezîneyê ji ber ku nikaribû aboriyê bi rê ve bibe îstifa kir. Wezîrê Tenduristiyê jî nikare pandemiyê bi rê ve bibe. Çima hê li ser vê peywirê ye?” 
 
‘GEL JI BO WE REÇETEYÊN BI ÊŞ AMADE KIRIYE’
 
Di berdewamê de Olûç, têkildarî daxuyaniyên “reforma darazê” yên Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan axivî û diyar kir ku civak her roj bi reçeteyeke bi êş dijî û ev tişt anî ziman: “Carekê ji bo xwe û alîgirên xwe efûyên baca û teşfîqan rakin. Bawer bikin ev gel ji bo we reçeteyên bi êş amade kiriye. Di hilbijartineke destpêkê de wê desthilat dermanên vê reçeteya bi êş daqurtîne. Em reformeke ji ber krîzên aborî û civakî rast nabînin. Tişta bibe divê reforma li gorî demokrasiyê be. Bi salan e em dibêjin daraza alîgir e. Dibêje tişta rast darizandina bê girtin e. Gelo çima ewqas HDP’iyên hilbijartî, rêvebir, parlamenter, hevserok girtî ne? Em bersiva vê pirse gelek meraq dikin.”