Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin

img

EQNERE – Bi hinceta ku tevlî “Meşa Demokrasiyê” ya partiya xwe bûne, derbarê parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin. 

 
Bi hinceta ku tevlî, “Meşa Demokrasiyê” ya partiya xwe ku di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de ji Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve hatibû li darxistin bûne, derbarê parlamenterên HDP’ê de fezleke hat amadekirin. Fezlekeyên ku bi vê hincetê derbarê Parlamenterê Dersim Alîcan Onlu û Parlamenterê Îdirê Haibîb Eksîk de hatin amadekirin, bi daxwaza rakirina destnedana wan ji meclisê hatin şandin. 
 
Di fezlekeyê de hat angaştkirin ku her du parlamenter jî li dijî Qanûna Meş û Rapêşiyê muxalefet kirine û bi hincetê derbarê wan de fezleke hatine amadekirin. 
 
MA/ Dîren Yûrtsever