Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê: Kemal Kûrkût bi destê dewletê hat qetilkirin

img
ENQERE – HDP’ê, derbarê beraetkirina polise kujerê Kemal Kûrkût de ev daxuyanî da: “Hêzên ewlehiyê ku di bin parastina zirxa necazakirinê de mirovan qetil dikin, ji aliyê desthilatê ve tên parastin û weke qehreman tên şayesandin.”
 
 Alîkarê Hevserokê HDP'ê yê ji Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirs Umît Dede, derbarê beraetkirina polise kujerê xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût de daxuyaniyeke nivîskî da. Dede, debarê beratkirina polise kujer de ev tişt got: “'Hêzên ewlehiyê ku bi zirxê necazakirinê mirovan qetil dikin, ji hêla desthilatê ve têne parastin, weke qehreman tên şayesandin, qatilên din teşwîqa kuştina mirovan dikin.”
 
‘BIRYARÊ WIJDANÊ CIVAKÊ QETIL KIRIYE’
 
Dede, her wiha bi bîr xist ku ji bo rojnameger Abdurahman Gok ku wêneyê qetilkirina Kûrkût nîşan daye jî 20 sal ceza tê xwestin û ev tişt anî ziman: “Vê biryarê ya ku di darazê de li nav mînakên biêş ên polîtîkayên necezakirinê de ye, careke din dad, aştiya civakî, hîsa dadê û wijdanê civakê qetil kiriye.”