Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di çarçoveya kapmanya “Budçeya Gel” dane destpêkirin de çû serdana KESK’ê. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re di çarçoveya hevdîtinên “Budçeya Gel” de li Meclîsê li serê li serê tê axaftin çû serdana Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK). Parlamenterên HDP’ê Necdet Îpekyuz û Serpîl Kemalbay jî li gel Sancar bûn. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên KESK’ê şandeya HDP’ê pêşwazîkirin. 
 
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anîziman û got ji bo xelkê budçe nayê veqetandin. Bozgeyîk bal kişand zextên li ser HDP’ê jî û got ew ê li kêleka têkoşîna demokrasiyê cih bigirin. 
 
'XELKE FEQÎR DIKIN' 
 
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî da zanîn ku wan têkildarî hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê kampanya “Budçeya Xelkê” dane destpêkirin û dê serdan û hevdîtinên wan ên li ser budçeyê bidomin. Sancar anî ziman ku gotina “krîza aborî” gelek sivik dimîne û got: “Krîzek kûr heye û xelk feqîr dibe. Her ku diçe ev krîz kûr dibe û budçeya hatiye amadekirin ji sedî 1’ê wê ji bo Tirkiyê ye. Ji sedî 99’ê budçeyê jî ji bo derve ye. Armanca me ew e ku em budçeya xelkê temîn bikin. Ev pergala ku li ber ketinê ye, fatûreyên krîza aborî jî bi xelkê dide razandin. Pêwîste tevahiya qabîneya Erdogan îstafa bike.”