Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da

img

ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bertek nîşanî operasyona binçavkirinê ya li dijî parêzer û bijîşkan a li Amedê da û got: “Ev operasyona piştî daxuyaniya reformê ya desthilatdariyê pir manîdare.”

 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya partiya xwe li dar xist de, rojevên heyî nirxandin. Gunay bal kişand ser operasyona di saetên serê sibê de ya li Amedê li dijî parêzer û bijîşkan hat lidarxistin. Gunay bertek nîşanî binçavkirinên parêzeran û endamê Lijneya Rûmetê yê Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şeyhmûs Gokalp û wiha axivî. Çi dema ku behsa reforma hiqûqî û edaletê tê kirin, wê demê tavilê bêhiqûqiyên mezin tên kirin. Parêzer her roj, her saet di korîdorên edliyê de, dozan dişopînin û bi dozgerên biryara binçavkirinê dane re hevdîtinan dikin. Ligel vê yekê jî wan venaxwînin ifadeye û di nivî şevê de bi ser malên wan de tê girtin. Gelo ev tê çi wateyê? Ev mînak dide nîşandan ku, daraz çiqasî bi keyfî bûye.”
 
‘DEST JI XAPANDINA CIVAÊ BERDIN’
 
Gunay, bank li Wezareta Dadê jî kir û wiha pê de çû: “Dest ji xapandina civakê berdin. Hûn her roj edalet û hiqûqê qetil dikin. Parêzerên ku dixwazin edalet pêk were, tavilê berdin.”
 
‘DI DOZA KURKUT DE SOZA REFORMÊ QEDUTA’
 
Gunay, da zanîn ku ji ber ku desthilatdarî ketiye derdê mayîndeya xwe, daxuyaniyên reformê dide û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê di 18 saliya xwe de her tim ev yek kir. Êdî gotinên wan kelecaniyekê nade avakirin û baweriyê nade tu kesî. Gotinên reformê, xepandinek mezine. Li ber çavê me hemûyan Kemal Kûrkût ji aliyê polîsan ve hat kuştin û derbarê wî de biryara beraetê hat dayîn. Bi vê biryarê siyaseta reformê ya desthilatdariyê qediya.”   
 
TUNDIYA LI SER JINÊ
 
Gunay, têkildarî polîtîkayên ne cezakirinê jî ev şîrov kir: “Di sûcên li dijî jinan de, her ku diçe polîtîkayên ne cezakirinê zêde dibe. Dema ku faîlên van sûcan karmend û erkdarên desthilatdar û dewletê bin, ev rewş bêtir derdikeve holê. Êdî ev bi pergalî bûye. Ji ber ku mîna nijatperestiyê, zayendperestî jî, di nava saziyên dewletê de bi cih bûye. Lê, têkoşîna hevpar a jinan, piştevaniya jinan û tifaqa jinan, li dijî tundiya zilam di 25’ê Mijdarê de li her qadêyê, kolan û koçayane. Ez ji vê derê têkoşîna jinan û jinên li qadane silav dikim.”
 
KRÎZA ABORÎ
 
Gunay, pêşketinên di aboriyê de jî nirxandin û wiha bilêv kir: “Krîza boriğe mîna zilehekê li rûyê AKP’ê ket. Êdî rewş hatiye wê astê, divê hûn derkevin pêşberî gelên Tirkiyeyê, li xwe mukir werin. Lazime hûn her kirinên xwe ji raya giştî re aşkere bikin. Ji bo hûn hesap nedin, polîtîkatiyên guhertina kesan bi rêve dibin. Em baş dizanîn ku ev tablo ne qedere. Lê em ê ligel vê jî, ji bêkarî, xizantî, birçîbûn, faşîzm û yekperestiyê bi giştî rizgar bibin.” 
 
‘TALANÊ RAWESTÎNIN
 
Gunay, behsa binpêkirinên mafan ên li qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên ji aliyê cîhatkarên dibin kontrola AKP’ê de tên jiyîn jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Komên cîhatkar ên li ser erdê Bakurê Sûriyeyê veguherîne makîneya sûc. Îşkencê li zarok û jinan dikin. Jêderkên herêmê talan dikin û her roj bi rojevekê sûc dikevin rojevê. Êdî dest ji vê talan berdin. Ji bo ku gelên wê derê vegerin ser cih û warê xwe, divê ev astengî ji holê rabe.”