‘Biryara der barê Zana de îflasa AKP'ê ye'

img

ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku betalkirina wekîltiya Leyla Zana mijarek dîrokiye û wiha axivî: “Biryara ji bo Zana hat dayîn, tê wateya ku siyaseta AKP’ê îflas kiriye û rûpoşa demokratîkbûyîna AKP’ê ket xwarê.

Meclîsa Tirkiye bi daxwaza AKP'ê parlamenteriya Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana bi hinceta “Bêdewamiyê” betal kir. Bi vî awayî, hejmara betalkirina wekîltiya parlamenterên HDP’ê 5 jê jin bi giştî derket 6’an. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, biryara betalkirina wekîltiya Zana nirxandin û wiha axivî: “Di du salên dawî de li dijî partiya me ‘konsepteke êrîşan’ heya û ev konsept li dijî jinan helwesteke taybete.”  
 
‘BIRYAR PARÇEYEK PLANA HILWEŞANDINÊ YE’
 
Taşdemîr, diyar kir ku ev biryar parçeyeke “Plana hilweşandinê ye” û wiha got: “Lingê vê planê yê duyemîn jî siyaseta demokratîk tesfiye kirine. Bêguman bi sedsalane ev konsept li ser gelê kurd tê meşandin û pirsgirêka gelê kurd mezintir dike. HDP ji b ovan pirsgirêkan çareser bike di hemû qadan de dest bi têkoşîna demokratîk kir. Ji ber vê yekê rastî hemû êrîşên AKP’ê tê.”
 
‘HELWESTA LI DIJÎ ZANA DÎROK DUBARE KIR'
 
Taşdemîr, anî ziman ku betalkirina wekîltiya Leyla Zana teqabûlê hafizeya dîrokî dike û wiha got: “Îro parlamentoyê erka xwe winda kiriye û ‘Plana hilweşandinê’ meşrû kiriye. Di nava vê konseptê de ev helwesteke taybet a li dijî jinan e. Di şexsê hevserokên me de girtina parlamenterên jin, êrîşa li dijî têkoşîna jinane. Betalkirina wekîltiya  parlamenterên me parçeyekê vê planê ye. Ev plan  dê tu çarî bi ser nekevin û dê jin bi têkoşîna xwe qezenc bikin.”