Koçyîgît xwest li Girtîgeha Wanê lêkolîn were kirin û Fatma Tokmak jî were berdan

img
ENQERE – Parlamentera HDP’ê û endama Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê Gulîstan Kiliç Koçyîgît têkildarî muameleya nebaş a dispêrin girtiya nexweş Fatma Tokmak û girtiyên li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T serî li Komîsyonê da. 
 
Parlamentera HDP’ê û endama Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, têkildarî rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê û binpêkirina mafên girtiyên li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T li cih were lêkolînkirin serî li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê da. 
 
Koçyîgît da zanîn ku mafên girtiyên li Girtîgeha Wanê hatine destesrkirin, tevdîrên li dijî koronayê nayên girtin û kelûpelên paqijiyê nadin girtina û xwest şandeyek biçe girtîgehê û lêkolîn bike. 
 
Her wiha Koçyîgît bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê û bang kir ku demildest were berdan.