Beştaş: ji ber pergala totalîter nalenala milyonan e

img
ANKARA – Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku ji ber pergala wan totalîter nalenala milyonan e, divê AKP ne li bendê be ku ew ji gotinên wan ên reformê bawer bikin. 
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Beştaş, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa vîrûsa koronayê ya li welat û ev tişt got: “Bergiriyên ku hatine girtin eleqeya bi tenduristiya civakê re tunene. Bergirî ji bo pêşîgirtina rizandina desthilata wan in. Ji bilî parastina desthilata wan tu wateya bergiriyan tuneye. Niha piraniya neweşên vîrûsê ji neçarî li malên xwe tedawî dibin.”
 
BUDÇE
 
Beştaş, derbarê geşedan û krîza aborî de jî ev nirxandin kirin: “Krîz mezin bû, derewên wan her roj zêdetir derdikevin holê. Derdê AKP’ê ne parastina karker û pêkanîna debara mirovan e. Li şûna wê dixwazin gel bi xwe ve girê bidin. Weke her car gel xizan dikin. Em ê bêne gel hev ji bo bibêjin ji bo gel aborî ji bo gel budçe. Ne ji alîgir, şerxwaz û qesrê re ji gel re budçe. Em ê van gotinên xwe bidomînin.”
 
DAXUYANIYÊN REFORMÊ
 
Derbarê daxuyaniyên “reformê” yên desthilatê de jî Beştaş, bi lêv kir ku bi gotinên pêvajoyeke din a xapandinê hatiye destpêkirin û ev tişt got: “Piştî 18 salan di bin navê reformê de dest bi xapandinekê kirine. Daxuyaniyeke reformê heye, ew jî êdî baş dizanin ku li Tirkiyeyê maf, azadî û edalet qediyaye. Ji ber vê yekê neçar dimînin ku bibêjin reform. Di navbera daxwaza reformê ya gel û reforma desthilatê de bi qasî çiya ferq heye. Pêwistiyeke mezin a veguherîna demokrasiyê heye. Weke em rastiyên têkoşîna xwe ji raya giştî re radigihînin di vê mijarê de jî em ê veguherîn demokratîk bi dînamîkên Tirkiyeyê re pêk bînin.”
 
OPERASYONA PARÊZERAN
 
Di berdewamê de Beştaş, têkildarî operasyona li Amedê ya li hemberî parêzeran jî axivî û vê derbarê de ev tişt anîn ziman: “Koalîsyona AKP-MHP bi gavên jixwebawer di mijara pergala totalîter de bi pêş ve diçe. Ji ber pergala we ya totalîter nalenala milyonan e, divê AKP ne li bendê be ku em ji gotinên wan ên reformê bawer bikin. Dîsa Yekitiya Ewropayê (YE) bi bîr anîn. Heke hûn jidil dixwazin vegerin YE’yê divê hûn biryarên DMME’yê pêk bînin. Ji ber vê nêzikbûna ya YE’yê ji rastiyê dûr e.”