Bûldan: Cîhan wê bi têkoşîna jinan re bi guhere

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku di tevahiya desthilatdariya AKP’ê de tundî û komkujî  zêde bûn û got: “Cîhan wê bi me re biguhere. Welatê me wê bi têkoşîna me biguhere. Mirovahî û jiyan wê bi têkoşîna me bi guherin.”

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di Civîna Koma Jinan a Parlamentoyê de axivî. Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tunidya Li Ser Jinê, li hemû maseyên rûniştinê dowîzên “Jin jiyan Azadî”, “Peymana Stenbolê Dide Jiyîn” û “Em li dijî tundiya dewlet-zilam li her qadê di têkoşînê de ne” hatin bicihkirin. Jinên ku tevlî civîna komê bûn, rûpoşên xemrî yên “Em di têkoşînê de ne” li ser nivîsandibûn dan ber rêyê xwe. 
 
Berî axaftina Bûldan, sînevîsyona balê dikişîne ser têkoşîn û berxwedana jinan hat temaşekirin.
 
JIN SILAV KIRIN 
 
Bûldan, hemû jinên têkoşer û berxwedan silav kirin û wiha axivî: “Xwişkên Mîrabal, tundî û komkujiyên dîktatoriya zilam li ber dîrokê teşhîr kirin. Li dijî zilmê û kedxwariyê serî rakirin. Bi têkoşîna xwe dîktatorek têk birin û ev jî nîşanî tevahiya jinên cîhanê û mirovahiyê dan. Ez îro ji vê derê Xwişkên Mîrabal û jinên di têkoşîna azadiya jinan de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û heskirin bibîr tînim. Cîhan wê bi me re biguhere. Welatê me wê bi têkoşîna me biguhere. Mirovahî û jiyan wê bi têkoşîna me qezen bikin.”
 
‘DI DEMA AKP’Ê DE TUNDÎ ZÊDE BÛ’
 
Bûldan, bal kişan ser polîtîkayên AKP’ê yên 18 salan ên l idijî jinan û ev nirxandin kir: “Di dema desthilatdariya AKP’ê de, komkujî, tundî, sûc û kedxwariya li dijî jinan zêde bûn. Di vê 25’ê Mijdarê de jî, karneya mafê jinan a li Tirkiyeyê, ji tabloyek reş xirabtire. Di sala 2013’an de 237 jin hatin qetilkirin û di sala 2019’an de 474 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Di 10 mehên ewil ên sala 2020’an de jî 453 jin bi tundiya zilam hatin qetilkirin. Ger gotin di cih de be, komkujî û jenosîda jinê pêk hatiye li Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan pir zêde ye. Êdî rewş wisan bûye, jin ne tenê di malan de, di heman demê de li kargehan, li kolanan, li kafeyan û li her derên welat rastî tundiyê tên. Êdî li welat tu ewlekariya jinan ne ma ye.”
 
‘AKP CIZDANA ZILAM DIFIKIRE’
 
Bûldan, axaftina xwe wiha dewam kir: “Her roj ji bi awayên cuda tên qetilkirin û em şahidiya vê yekê dikin. Ji Nadîra Kadîrova bigirin heya Pinar Gultekîn, Gulîstan Dokû û Îpek Er, her sal bi sedan jin li vî wlatî ji aliyê zilaman ve tên qetilkirin. Ji ber ku naxwazin jinan biparêzin û ewlekariya wan bigirin. Jinan di encama têkoşînek mezin de, Peymana Stenbolê bi dest xistyin. Lê ji ber ku peyman nayê bi cih anîn, her roj tên qetilkirin, rastî tundî, tecawîz û kedxwariyê tên. Li şûna ku desthilatariya AKP’ê vê yekê bibîne û ewlekariya canê jinan bigire, tenê cizdana zilaman difikirie. Lê heya ku qanûn bêyî kêmasî bên bi cih anîn, emê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo ku komkujiyên jina bi dawî bibin, divê dest bi bernameyeke çalakiyan a lezgîn bê kirin.”
 
BERSÛC XWE LI PIŞT CILÊN FERMÎ DIVEŞÊRIN
 
Bûldan, bal kişand ser polîtîkayên ne cezakirina bersûcên jinan û ev peyam da: “Daraz bi polîtîkayên ne cezakirinê, piştgiriyê dide zilamên sûcdar. Faîlên jinan ên hêzên eskerî yên li bajarên kurdan ên li dijî jinên kurd sûc kirine tên parastine. Em baş dizanîn ku tundî, tacîz, tecawîz û qetilkirinên li dijî jinan perçeyeke polîtîkayên şerê taybete. Ji ber vê faîlê Îpek Er, çawîşê pispor Mûsa Orhan hat berdan. Dîsa sedama parastina Zaynal Abarakov ê bûye sedama windabûna Gulîstan Dokû çiye me baş dizanin. Em ji vê derê cardin bang dikin, dest ji parastina faîl û bersûcên jinan ên xwe li pişt cilên permî vedişerên berdin. Divê cezayên pêwîst li van êrîşkaran bên birîn. Heya ku bersûcên jinan bên cezakirin emê têkoşîna xwe her tim dewam bikin.”