Rojnamevan Elî: Di nav eskerên şandine Şengalê de komên tirkmen jî hene

img
STENBOL – Rojnamevan Fîrmêsk Elî, li herêma Şengalê bicihbûna artêşa Iraqê wekî "fermaneke nû" nirxand û got: "Di nav van eskeran de komên tirkmen jî hene. Ji deverên wekî Telaferê anîne." 
 
Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Kurdistana Federe di 9'ê Cotmehê de derbarê Şengalê de peymanek çêkiribûn. Piştî vê peymanê, duh artêşa Iraqê 6 hezar esker şandin herêmê. Meclîsa Xweser a Demokratîk a ya Şengalê (MXDŞ) duh daxuyaniyek dabû û vê liv û tevgerê wekî fermana 75'an bi nav kiribû. 
 
Rojnamevan Fîrmêsk Elî ku geşedan û qewimînên li herêmê dişopîne, diyar kir ku Şengal hatiye dorpêçkirin û got, fermana 75'an pêk tê. 
 
ŞENGAL HATIYE DORPÊÇKIRIN 
 
Elî, anî ziman ku heya niha artêşa Iraqê 6 hezar esker şandine derdora Şengalê û got, armanca wan ew e ku 10 hezar eskerî li herêmê bi cih bikin. Elî, destnîşan kir ku gelek deverên stratejîk ên herêmê hatine girtin û got, Şengal hatiye dorpêçkirin. 
 
Elî, diyar kir ku hîn jî sewqiyata eskerî didome û got: "Di nav eskerên tên şandin de komên tirkmen jî hene. Ji deverên wekî Telaferê anîne. Her wiha hin hêzên girêdayî komên cuda jî hene. Ev yek li nav gelê herêmê bûye sedeme qilqiliyê. Artêşa Iraqê hêzên taybet ku ji wan re dibêjin antî-teror şandine. Gotin 'em ji bo tabûrên xwe biguherînin, me şandine.' Lê ev qas esker hatin, lê tu esker neçûn. Kes ji vê derê neçûye. Dixwazin wekî tiştekî asayî nîşan bidin. Wekî ku hêzan diguherînin, nîşan didin. Bi vî awayî dixwazin rageşî çênebe. Lê gelek esker şandine. Bi vî awayî dixwazin gel bitirsînin û vê derê dagir bikin." 
 
FERMANEKE NÛ 
 
Elî, anî ziman ku gelê Şengalê li her derî civînan çêdike û di van civînan de tiştên divê bê kirin nîqaş dike û got: "MXDŞ'ê jî di daxuyaniya xwe de bang li parêzvanên azadiyê kir ku piştevaniya wan bikin. Şengal, bi fermana 75'an re rû bi rû ye. Ji lewra çar hawirdorê Şengalê hatiey dorpêçkirin. Sînorê Şengal û Rojavayê û gelek deverên stratejîk hatine dorpêçkirin. Artêşa Iraqê, di sala 2014'an de gava DAIŞ'ê êrîş anî ser Şengalê, artêşa xwe kişandibû. Pêşmergeyên PDK'ê jî vekişiyabûn. Jixwe tirsa Şengalê jî ev e. Gel dibêje, 'Ev eskerên hatin, çima gava DAIŞ hatibû em neparastin. Me hêza xwe ava kir, me pergaleke aram ava kir, me rêveberiya xwe, me saziyên xwe ava kirin, çima tên? Ev der hinekî aram bû, çima tên?'"
 
‘EM Ê NEHÊLIN' 
 
Elî, destnîşan kir ku gel careke din bi fermanekê re rû bi rû maye û got: "Gel dibêje, 'Di fermana 74'an de her tişt anîn serê me. Lê em ê nehêlin fermanek din çêbibe. Em ê paş ve venekişin. Em ê xwe jî û warê xwe jî biparzin. Em ê li ber xwe bidin.' Helwesta wan a ji bo berxwedanê pir zelal e." 
 
PLANA DYA, TIRKIYE Û PDK'Ê 
 
Elî, bibîr xist ku piştî PDK û Hikûmeta Navendî ya Iraqê peyman îmze kirine, gelek caran pêşeng û mezinên êzidiyan hevdîin bi rayedarên Iraqê re çêkirine, lê belê hemû hevdîtin jî bi neyînî bi dawî bûne. Elî got: "Di van hevdîtinan de gelek parlementerên iraqî jî anîn ziman ku ew vê peymanê qebûl nakin û gotin, lê belê bi zext û zoriyên Amerîka, Tirkiye û PDK'ê mecbûr mane îmze kirine." 
 
ÊN WINDA BIKIN DÊ KURD BIN 
 
Elî diyar kir ku yên ku di vê peymanê de bi ser bikevin dê Tirkiye û hêzên navneteweyî de bin û got, heger peyman pêk bê yên winda bikin jî dê êzidî û hemû kurd bin. Elî, tiştên niha diqewimin wekî "fermaneke nû" bi nav kir û got: "Dixwazin qeymeqam biguherînin. Lê jixwe rêveberiyeke vê derê heye. Dixwazin kesê bi navê Xidir Reşo bikin qeymeqam. Ev kes ji hêla PDK'ê ve hatiey pwerdekirin û niha lI Ewropayê ye. Vîna gel bin pê dikin û dixwazin xeta PDK'ê li vê derê pêk bînin." 
 
BANGAWAZΠ
 
Elî, destnîşan kir ku kurdên êzidî di serdemeke pir zehmet de derbas dibin û got: "Niha dixwazin civakeke ku dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe û xwe biparêze tune bikin. Divê tu kes bêdeng nemîne. Fermaneke pir mezin hat serê Şengalê. Ne mimkun e ku mirov vê yekê bi gotinan bîne zimên. Gava mirov guh li wan dike, wê çaxê fêm dike bê çi hatiey serê wan. Ji bo careke din tiştekî bi vî rengî neyê serê wan, divê hemû kurd berpirsiyariya xwe pêk bînin." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan