Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e

img

ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş diyar kir ku ji bo avakirina yekîtiya kurd divê demildest  xebateke dîplomasiyê bê meşandin û got: "Êrîşên li dijî deskeftiyên gelê kurd ji ku ve bê û ji kîjan perçeyê bên pêwîste em bi hev re helwestekî hevbeş nîşan bidin. Pêwîste ku tu kes nebe hevkarê van êrişan. Ev sedsal sedsala azadbûn û avakirina yêkitiya neyeteweyî ya kurd e."

Di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de "Peymana Şengalê" hat îmzekirin. Li ser vê "Peymanê" alozî û nerazîbûn berdewam dikin. Peymana ku ji derveyî vîna civaka êzidî hat îmzekirin, dibe sedemê nerazîbûnan. Hem alozî û nîqaşên li ser Şengalê hem jî aloziya li deverên Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li dijî hemû geşedan û aloziyên ku krîzan kûr dikin, sazî û dezgeh, partî û şexsiyetên gelê kurd jî banga yekîtiya neteweyî ya kurd dikin. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş têkildarî van geşedanan de ji ajansa me re axivî. 
 
'LI DIJÎ ÊRIŞAN YÊKITIYA KURD GIRÎNG E'
 
Ozguneş anî ziman ku di avakirina yêkitiya kurd de rol û mîsyona başûr girîng e û wiha axivî: "Li bakurê Kurdistanê di navbera partî û hêzên azadîxwez de sedemê gengeşiya heyî jî polîtîkayên Tirkiyê ne. Em dizanin ku Tirkiye bandoreke mezin li ser hikûmeta herêma Kurdistanê dike. Ji ber ku têkîliyên aborî û nêzîkatiya aliyên bîrdozî vê yekê dide nîşandan. Lê pêwîste ku birêz Barzanî û hikûmeta partiya demokrat vê talûkêyê baş bibîne. Ji bo ku şer û pêvçûn di navbera kurdan de çênebe, hemû pirsgirîkên heyî bi awayeke demokratîk û bi rêya diyalogê bê çareserkirin.Li dijî van pêkanînan yêkitiya gelê kurd gelek girîng e."
 
'DERFETEKE ZÊRÎN DI DESTÊ ME DE YE' 
 
Ozguneş bal kişand li ser rê û rêbazên avakirina yêkitiyeke mayinde û wiha got: "Divê hêzên Kurd neyên lîstîkên dewletên serdest. Şert û mercên gelê kurd di vî şerê cîhanê yê sêyemîn ê ku li Rojhilata Navîn rû dide de heye ku deskeftiyên xwe dest bixe. Dîrok derfeteke zêrîn dide destê me. Gelên dinyayê êdî hebûna kurd û mafê wan nas dike û bi erênî nêz dibin. Şert û mercên Rojhilata Navîn û gelê kurd derfetê dide ku yêkitiyeke netewî ya kurd pê bê. Ji bo ku Rojhilata Navîn statûya dewletên serdest ji nû ve tê sazkirin. Derfet heye ku gelê kurd jî zincîra bindestiyê bişkîne û statûya xwe pêk bîne û azad bibe. Ji bo avakirina yêkitiyeke netewî ya mayînde divê gelê Kurd konferansan li dar bixe. Şert û mercên yek rêziyê pêk bîne. Li ser çend xalên esasî yên ji bo berjewendiya Kurd û gelên Kurdistanê armanc û rêgezên xwe diyar bikin û bi wî awayî tevbigerin. Divê gelê kurd neyê lîstîkên xapînok ên dewletên serdest û nehêlin di navbera gelê kurd de şer û pêvçûn çêbibin. Ji xwe di dîrokê de ji siyaseta Osmaniyan û heta ku ya dewleta Tirk armanc tunekirina kurdan û perçekirina xaka kurdan bû. Armanc dikin ku li  gel perçekirinê serdestiya xwe bi cih bikin û bidomînin."
 
'DIVÊ KONGREYA NETEWEYÎ BÊ LIDARXISTIN' 
 
Ozguneş hişyarî da ku li başûr êrişeke gengaz heye û wê bi xwe re karesatê bîne û axaftina xwe wiha dawî kir: "Niha gelek pirs tên kirin û dibêjin ku Kurd dikarin yêkitiya xwe çê bikin? Yan jî gelê Kurd ji bo azadiya xwe û demokrasiyê evqas bedel dan, çima yêkitiya xwe çênake? Ji hemû deman zêdetir niha gelê Kurd dikare yêkitiya xwe ava bike. Çimkî şert û mercên ku tê de dijî guncav in. Gelê me û saziyên me yêkitiyê dixwazin. Li ser çarçoveyeke netewî hatine ba hev û yekrêziyê dixwazin. Yêkitiya Kurd pêkan e. Ji ber zext û zorên dewletê Partiya Demokrata Kurdistan gumanbar nêzikî yêkitiyê dibe. Lê tu wateya vê gumanbariyê tune ye. Feydeyê vê  ji bo deskeftiyên gelê kurd û pêşeroja kurd tune ye. Divê demildest ji van gumanan dûr bikevin û siyaseteke azad bimeşînin. Li hemberî hewldanên dewletên serdest bi taybet jî a  hikûmeta AKP'ê ku dixwaze kurdan ber bi pêvçûnekî bibe, divê helwesteke erênî nîşan bide û pêşengiya vê jî bikin. Divê gelê kurd bînin ba hev û şert û mercên yêkitiyê pêk bînin û kongreya netewî bê lidar xistin. Divê ev xebat  ji hêla dîplomasiyeke xurt  ve bê rêvebirin. Êrişên li ser deskeftiyên gelê Kurd ji ku ve bê û ji kîjan perçeyê bê pêwîste em bi hevre helwestekî hevbeş nîşan bidin. Pêwîste ku tu kes nebe hevkarê van êrîşan. Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya neteweyî ya kurd e."
 
MA / Zeynep Dûrgût