Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike

img

STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP'ê yê nû Ercument Akdenîz, anî ziman ku îqtidar tim qabûneyê diguherîne û bi fedakirina ên nêzî xwe dixwaze umrê xwe dirêj bike. Akdenîz got: "Sendîka, partî û hêzên demokrasiyê gava bin cem hev du, dê karibin îqtidarê qels bikin." 

Partiya Kedê (EMEP) di 22'yê Cotmehê de 9'emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di kongreyê de Midûrê Nûçeyan ê berê yê Rojnameya Evrenselê û nivîskar Ercument Akdenîz bû serokê giştî yê nû yê EMEP'ê. 
 
Emderbarê nexşerêya nû ya EMEP'ê û siyaseta Tirkiyeyê de bi Akdenîz re axivîn. 
 
Akdenîz, bibîr xist ku AKP di sala 2002'yan de bi bilêvkirinên lîberal û bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê bûye îqtidar û her çû bû xwedî hêz. Akdenîz, destnîşan kir ku lê belê pişt wextekê îqtidarê dev ji polîtîkayên lîberal berdaye û ji dêvla vê polîtîkayên netewperest, otorîter û tekparêz esas girtiye. Akdenîz, bilêv kir ku ji ber ku îqtidarê di vê pêvajoyê de bi tena serê xwe nikaribûye bibe îqtidar tifaqa Erdogan-Bahçelî çêkiriye. Akdenîz, diyar kir ku burjûwaya Tirkiyeyê xwestiye li herêmê bibe hêzek û got: "Nexasim jî di dema Ahmet davûtoglû de siyaseteke derveyî ya proaktîf esas girtiye. Armanca vê polîtîkayên, ew e ku cardin li ser axa Osmaniyan berbelav bibin. Bûrjûwaziya Tirkiyeyê jî dixwaze li ser vî esasî li herêmê belav bibe. Polîtîkaya ku li Sûriye, Behra Spî, Azerbêcan û Qibrisê esas hat girtin ev bû." 
 
‘GAV BI GAV FAŞÎZM HAT AVAKIRIN' 
 
Akdenîz, anî ziman ku car carinan îqtidar ji xeta xwe jî dûr ketiye û got: "Di vê pêvajoyê de îqtidar ji bloka rojavayê veqetiya, xwe nêzî Rûsya û Çînê kir. Bi vî awayî siyaseteke hîn agresîftir esas girt. Her wiha di siyaseta navxweyî de jî çûnhatinên tund çêbûn. Bînim bîra we, di dema pêvajoya çareseriyê de maseyên hatibûn danîn ji nişkave hatin qulibandin. Û cardin serdemeke kurdan nahesibîne dest pê kir. Bi vî awayî li dijî kurdan operasyonên mezin hatin kirin, vîna gel binpê kirin û bi hezaran siyasetmedar girtin. Her wiha li dijî karker û kedkaran jî êrîşine mezin dest pê kirin. Bi rejîma yekzilamî re rûyê lîberaliyê ji holê hat rakirin û polîtîkayên tund ketin dewrê. Rejîmeke totalîter ava bû ku ji xeynî xwe her kesî tune dihesibîne. Yanî bi kurt û kurmancî gav bi gav faîzm hat avakirin." 
 
DIXWAZE UMRÊ XWE DIRÊJ BIKE 
 
Akdenîz, destnîşan kir ku êdî li bara gel jî tu îtibareke polîtîkaya AKP'ê nemaye û got: "Yanî heger hûn xw egeh bidin wir geh jî bidin vir, hûn ê nikaribin siyaseteke serbixwe bidin der. Hûn ê nikaribin li gor gel welatekî ava bikin. Nexwe wê çaxê jî hûn ê di her kar û barî de tawizan bidin. Halê AKP'ê niha ev hal e. Her wiha kesên niha ji AKP'ê îstifa dikin jî ji ber vê ye. Êdî ne mimkun e ku îqtidareke li bara gel îtibara wê nemaye, li qada navnetewey herifiye û di danûstendinên cîrantiyê de herifeiye bijî. Em niha tenê hewldanên ji bo umrdirêjkirinê temaşe dikin. Vê yekê jî tim bi guherandina kabîneyê, bi fedakirina kesên nêzî xwe dike û dixwaze bi vî awayî umrê xwe dirêj bike. Lê helbet dawiyek vê yekê jî heye." 
 
Akdenîz, anî ziman ku îqtidar bi berberîbûnê siyaseta xwe dike û zimanê bi kar tîne jî zimanekî netewperest û şovenîst e. Akdenîz, destnîşan kir ku îqtidar bi piranî vî zimanî ji bo konsolîdekirina dengan bi kar tîne û got: "Yanî îqtidar her ku bi krîza rêveberiyê re rû bi rû dimîne, ji xwe re dijminan çêdike û dixwaze bi vî awayî li ser pêyan bisekine." 
 
Akdenîz, ji bo vê jî bal kişand ser dijminatiya li hemberî gelê kurd, êrîşên li karkerên çandiniyê tên kirin û netehemulkirina kesên dijî îqtidarê. 
 
VEBIJÊRKA SÊYEM 
 
Akdenîz, destnîşan kir ku gel di nava lêgerîneke nû de ne û lewma niha serdemeke nû dest pê kiriye. Akdenîz, bal kişand ser siyaseta Tirkiyeyê û ji bo vê anî ziman ku li Tirkiyeyê siyaset bi awayekî du aliyî tê birêxistinkirin.
 
Akdenîz got: "Nexasim jî ev yek di pergala serokomartiyê de derket holê. Asasa pirsgirêkê, nebûna bloka sêyem e. Em EMEP dibêjin, gelên Tirkiyeyê ne mecbûrî du blokan e. Em emcbûr in hêla sêyem ava biafirînin." 
 
Akdenîz, di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku her du blokên heyî xizmeta sermayeya monopol dikin. Akdenîz, destnîşan kir ku her du blok li gor sermayeya navneteweyî hereket dikin û ji bo vê jî hevdîtinên budçeyê bibîr xistin. 
 
Akdenîz wiha berdewam kir: "Her du blok jî dibêjin 'em ê baştir xizmeta sermayeyê bikin.' Lê belê siyaseta bûrjûwayê ya ku bûye pêgirtiyê bernameya sermayeyê, ne mimkun e ku pirsgirêkan çareser bike. Ji lewra tu polîtîkayeke wan a serbixwe, demokratîk û gelparêz tune ye. Lê em dikarin vê yekê çêbikin. Berê bi milyonan ks dihatin cem hev du. Çendî ku şert û mercên pandemiyê giran bin jî, çima niha ev qas kes li hev kom nebin. Mirov bi birçîbûnêr e rû bi rû dimînin, nexwe çima ji nav xiraban xirabê baştir hilbijêre? Çima mecbûrî tiştekî wisa bibin? MUxalefet divê xwe ji muxalefeta bêbasîret xelas bike. Muxalefet divê bi vebijêrka îqtidarê derkeve pêş." 
 
YEKÎTΠ
 
Akdenîz, destnîşan kir ku her diçe îqtidar hîn bêtir mafên karkeran xesp dike û divê êdî her kes li ber vê rabe. Akdenîz, ji bo vê jî bal kişand ser têkoşînê yekîtiyeke hêzî û got: "Em ji bo vê bernameyeke têkoşînê pêşniyar dikin. Yekîtiyeke hêzî ya sendîkayên karkeran, sendîkayên kedkaran ên cemaweriyê, partiyên siyasî, komele, rêxistinên kedê, hêzên demokrasiyê di nav de. Dê ev yekîtiya hêzî bibêje 'ên fatûreya pirsgirêkan bide ne em in, sermaye ye.' Em dikarin vê yekê pêk bînin. Heger partî bên cem hev du, dê karibin îqtidarê qels bikin." 
 
Ercument axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Têkoşîna hevpar a hemû karker û karkerên cîhanê divêtiyeke enternasyonalîst e. Di vê serdema nû de em ê jî siyaseteke bi vî rengî bikin." 
 
MA / Ferhat Çelîk