Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye

img
AMED – Berdevka HDP’ê Ebru Gunay destnîşan kir ku li Tirkiyê di serî li dijî kurdan û li dijî gelek aliyên civakî nêçîra binçavkirin û girtinê hatiye destpêkirin û got: “Zikê me ji dikên sozên reformên îqtîdar re têr e. Referoma rastî çûyîna pergala we ya xerabûyî ye.” 
 
Berdevak HDP’ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay bi gotinên “Em bi coş in, moralê me xweş e û em bi hêz in” dest bi axaftina xwe kir. 
 
Gunay got ji ber çalakî û şahiyên 25’êMijdarê ew jinên çar aliyên cîhanê silav dikin û wê jin tu carî li hember polîtîkayên dijminane yên li ser jinan serî netewînin. 
 
‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’ 
 
Gunay anî ziman ku îro jî li gelek bajaran wan bi sepana binçavkirinê ya AKP’ê ku bi “hiqûqa dijminane” birêve dibe şiyar bûne û got: “Serê sibê dîsa bi dehan kes hatine binçavkirin. Bi taybetî Enqere bûye navenda binçavkirinan. Lê ya girîng jî ew bû ku duh bi şev bi ser avahiya partiya me ya Wanê de girtine. Derî şikandine û ketine hundir û lêgerîn pêk anîne. Polîsên ku hedê xwe nizanin nivîsên sosret ên wek ‘em hatin hûn tune bûn’ nivîsandine û çûne. Ez jî li vir dipirsim; hûn kî ne, hûn diz in, hûn rêbir in, hûn eşqiya ne? Hûn çi ne? Yên vê dikin dizek, rêbir û eşqiya ne.” 
 
Gunay di mijara serdegirtinên dijqanûnî de bang li Wezarîn Dadê û Karên Navxweyî kir û got: “Em li benda we ne ku hûn ji van dizek û eşqiyayan hesab bipirsin. Em carek din li vir bi bîr bixin, wê tu zext, tehdît, binçavkirinên we nikaribin me bêzar bikin û em ê serê xwe netewînin. Em ê gavek jî paş ve neavêjin. Wê têkoşîna me her tim zindî be. Em ê li dijî van qorsan, dizek û eşqiyayan têkoşîna xwe ya bi rûmet birêve bibin. Em ê her wisa bin.” 
 
‘GOTINÊN REFORMÊ KÛRAHIYA KRÎZÊ DIDE NÎŞANDAN’ 
 
Gunay destnîşan kir ku gotinên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên derbarê reformê de ne rasteqîn in û wiha got: “Tifaqa şer ku li dijî bindestan û feqîran û hêzên demokrasiyê hatiye sazkirin wê teqez reforman pêk neyne. Derdê wan tenê aborî û dolar in. Ev îqtdar nikare birînên civakê yên ji bo edaletê bipêçê û nikare pêşî li neheqiyan bigire. Çimkî me gotibû îradeyek wiha bi vê zîhniyet nameşe. Dîsa em mafdar derketin. Gotinên ‘reformê’ yên Erdogan lixwe mikûr hatina nikarin welat birêve bibin e. Pergala wan têk diçe. Ji bo vê yekê jî di bin navê reforman de pêngavên taktîkî dane destpêkirin. Her çiqas ew van gotinan bikin jî lê rejîma nebirêvibirinê li ber çavan e û di nava krîzê de ye. Her wiha gotinên reformê carek din da nîşandan ku nikarin Pergala Hikumeta Serokkomariyê birêve bibin. Zikê me ji dikên sozên reformên îqtîdar re têr e. Referoma rastî çûyîna pergala we ya xerabûyî ye. Niha em li dîzîyê ku wê dawiya wan nebaş biqede temaşe dikin.” 
 
'HER TIŞT LI HOLÊ YE’
 
Gunay daiyar kir ku ji roja gotinên reformê ji devê wan derketine li dijî kurdan û gelek aliyên civakê nêçîra binçavkirin û girtinan dest pê kiriye û got: “Her tişt li ber çavan e, her roj tiştên diqewimin li holê ye. Li wekîlan ceza dibirin. Her roj bi dehan kes tên binçavkirin û girtin. Li Dayikên Şemiyê doz vedikin. Ka li asta ku îqtîdar gihîştiyê binêrin. Wezîr û endamên şêwreyên wan bilind encax dikarin li ser medya civakî îstîfayan bikin. Çimkî welat bi gef û şantajê têbirêvebirin. Îqtîdar radestî destê çeteyena û mafyayan bûye. Heke hûn bi rêyên diyalog û çareseriyê meseleyê çareser nekin hûnê bi xwe ji hev bipelişin. Yên ku behsa reforman dikin, welat ji kurdan re kirine dojeh û hiştine. Kurdan bênefes hiştine.” 
 
‘DIVÊ HÊZÊN KURD RÊ NEDIN DAGIRKIRINÊ’ 
 
Gunay di dewama axaftina xwe de bal kişand ser “Peymana Şengalê” ku li Şengalê rê li ber aloziyan vekiriye û bang li hemû hêzên kurd kir ku li ser ruhê yekîtiya neteweyî ya kurd tevger bikin û rê nedin dagirkirina Şengalê. 
 
‘DIVÊ DEMILDEST TECRÎD WERE RAKIRIN’ 
 
Gunay bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a girtiyan li girtîgehan daye destpêkirin û wiha got: “Girtîgeh hemû di bin tecrîdê de ne. Tecrîdek girankirî jî li ser Birêz Ocalan pêk tê. Armanca çalakiya girtiyan a ewil ew e ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Heta tecrîd were şikandin wê çalakiya girtiyan berdewam bike. Me gelek caran got, em carek din jî dibêjin; li Îmraliyê sûcek navnetewî tê kirin. Saziyên berpirsiyar hemû ji vî sûcî berpirsiyar in û li hember sûcê ku tê kirin bêdeng in. Tecrîda li Îmraliyê îşkenceyek sîstematîk e. Di vê pêvajoya vîrûsa koronayê de, tevahiya girtiyên siyasî di rewşek xedar de li ber xwe didin. Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe dikeve astekî xerabtir û xetere. Hikumet tevdîran nastîne û girtiyan bi mirinê re rûbirû hiştiye. Divê îqtîdar wezîfeya xwe bîne cih. Rojek beriya rojekê tecrîdê bi dawî bike û mafê girtiyên siyasî qebûl bike û girtîgehan vala bike