Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê

img

ENQERE – Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, destnîşan kir ku îqtîdara AKP- MHP'ê di nava şerekî de ne û wiha got: “Niha MHP'ê pir zelal aşkere kir ku pişta xwe dide hêza mafyayê. Ev yek îlan kir."

 
Piştî Serokê AKP'ê û serokomar Recep Tayyip Erdogan got 'Em ê reforma daraze pêk bînin' Wezirê Xezînê Lutfü Elvan û û Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul dest bi hevdîtinan kir. Piştî gotina reformê Sazumankarê AKP’ê Bulent Arinç û helwesta MHP'ê, Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş geşedanên dawî ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
Beştaş, anî ziman ku ew pir matmayî li daxuyaniyên AKP’ê yên “reform”ê temaşe dikin û wiha got: "Niha di nava îqtîdarê de tirs, panîk û têkçûnek pir mezin heye. Qetînek mezin heye. Ev alozî û kaos demek dirêj e di nava îqtîdarê de heye. Ev yek piştî dava Berat Albayrak û Bulent Arinç îstîfa kir û şûnde xuya bû. Disa di daxuyaniya Wekîlê AKP'ê Mehmet Îhsan Arslan de xuya dide. Îro hemû gelê Tirkiyeyê pirsgirêkên di daqada daraz, hiqûq, aborî û demokrasiyê de dizane. Li şûna reformê pêdivî bi gavên mezin ên demokratik heye. Pedivî bi guhertinek radîkal heye. Dîsa wekî Pergala Hikûmeta Serokomariyê ku her tişt xistiye yek destî, yek mirov ava kiriye. Niha yek zilam heye. Lê di rastiyê de zilamek zilamê din bi rêve dibe. Hemû erk di destê Bahçelî de ye. Di demên dawî de ev yek xuya bû. Divê li dijî vê feraset û hişî mirov heviyek nû bide gel. Em dibêjin 'Em ê vê yekê rast bikin û biguherînin' Gotina reformê di nava civakê de tu wateya xwe tune ye."
 
Beştaş, anî ziman ku îqtîdar 18 salin qala gotina “reformê” dike û wiha axivî: “Dem bi dem ji bo rageşiya gel sist bike û heviyek pûç û vala bide gel gotinên "reformê" tînin ziman. Hûn hemû pakêta înfazê dizanin. Hûn qada aborî zanin. Herî dawî Serokê Banka Navendî guhertin. Wezîrê Maliylê îstîfa kir. Faîz zêde kirin. Weki ku nû Yekîtiya Ewropa keşif kiribin Erdogan got ‘Rêya me rêya Ewropa ye'. Ev hemû nakokî ne. Yên reformê pêş dixin nabêjin 'Em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin'. Dibêjin ‘Pirsgirêka Kurd tune ye'. Gotin 'Me pirsgirêka Kurd çareser kir'. Lê tu baweriya vê yekê tune ye. 
 
Beştaş, destnîşan kir ku piştî di hilbijartinên DYA de Joe Biden bû serokê DYA'yê hikûmeta AKP'ê reng û rêya xwe guhert û wiha lê zêde kir: "AKP dibîne û dizane ku bi hatina Bîden re dê polîtikayên cîhanê bên guhertin. Dîsa dê di 10'ê Kanûnê de Zîrveya Serokan a Yekîtiya Ewropa (YE) heye. Ji bo li wir li dijî îqtîdara Tirkiyeyê biryarên neyînî neyên stendin an jî kêm bike, van gotinan dibêjin. Ev halê Tirkiyeyê bandora xwe li aborî, polîtîkayên hundir û derve dike. Berdana Osman Kavala û Selahattin Demirtaş ne reform e. Ji xwe DMME der barê wan de biryar dabû ku serbest bên berdan. Li şûna wan serbest berdin, li siyasetmedarên HDP'ê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê" de piştî 6 salan dîsa doz li wan vekirin û girtin. Tu mînaka vê yekê heta niha li Tirkiye û cîhanê nehatiye dîtin. 
 
‘EGER PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE REFORM NABE' 
 
Beştaş, bal kişand ser nêzîkatiya AKP'ê ya li dijî HDP’ê jî û wiha berdewam kir: "Niha îqtîdara AKP'ê li dijî HDP'ê sûc dike. Li gorî Xala  77'an a Qanûna Ceza ya Tirk sûcê komkujiyê dike. Êrîşên li dijî HDP'ê dikevin nava vî sûcî. Ji bo siyasetmedar di siyaseta demokratîk de israr dikin ten binçavkirin û girtin. Di vê pêvajoya  Reformê de çima xebata partiyek siyasî asteng dikin. divê herî her tiştî hesabê vê yekê bidin. Li Navçeya Bodrum a Muglayê  Korkut Eken, Engîn Alan, Mehmet Agar û Alaattin Çakici 4 kesan bi hefre wêne kişandin. Ev tê wateya ku “em li vir in" Piştî Berat Albayrak îstîfa kir Çakici daxuşanî da. Eger Alaattîn Çakici  ev daxuyanî dabe xwe wekî dewlet dibine. Çakici gef li Serokê partiya muxalif (Kiliçdaroglu) xwar. Ev yek aşkere kir ku şirikê îtîfaqa Cumhur e. Bahçelî ev yek teyit kir." 
 
MA/ Dîren Yurtsever