Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe

img

MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li Bazara Genim serdana esnafan kir û got: "Ji bo çareseriyeke mayind divê Kurd weke kirde bên dîtin û nûnerên Kurdan jî weke aktorekî wekhev bên qebûlkirin. Em ê bikin ku Kurd bi navê xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibin." 

 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya li gel wê ku ji parlamenter û rêveberên HDP’a Mêrdînê pêk dihat li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li Bazara Genim serdana esnafan kir. Sancar beriya serdanê daxuyanî da û polîtîkayên hikumetê yên li ser herêmê rexne kir.
 
Sancar li Bazara Genim axivî û diyar kir ku meseleya destpêkê ya li herêmê DEDAŞ e yanî ceryan e û got: "Yek ji sedemên bingehîn ên pirsgirêkên hilberînê ev yek e."
 
Sancar anî ziman ku Bazara Genim bersivê dide ji sedî 20’ê pêwîstiya zad a Tirkiyê û polîtîkaya çandiniyê ya hikumetê û DEDAŞ li herêma Mêrdînê mexdûriyeteke mezin afirandiye.
 
Sancar ragihand ku qutbûna ceryanê ne meseleyeke ji rêzê ya fatûreyê ye û got: "Ev herêm bi zanebûn tê mexdûrkirin."
 
‘BAZÎRGANÎ HATIYE RAWESTANDIN’
 
Sancar diyar kir ku têkçûna aboriyê ya li herêmê qeder nîne, lê belê tercîheke siyasî û aborî ye û wiha got: "Eger desthilatdariya li Tirkiyê bi rengê dijminane nêzî Kurdên li Sûriyeyê, bi vî rengî nêzî têkoşîna maf a Kurdên li Sûriyeyê nebûya, eger ew dever weke metirsiyeke etnîkî nedîtibûya û bi vî rengî nîşan nedabûya, hingî li her du aliyên sînor wê karên gelekî baş bihatina kirin."
 
Sancar destnîşan kir ku ji roja şerê navxweyî li Sûriyê dest pê kiriye li herêmê bazirganî rawestiya ye, barhilgir di nava zor û zehmetiyan de ne û got: "Ji ber ku li herêma Mêrdînê piştî çandiniyê sektora herî mezin jî barhilgirî ye. Hilweşîna aboriyê ya 7-8 salên dawî li herêmê bi rastî jî dramatîk e. Ev yek qeder nîne, mecbûriyetek jî nîne. Ev yek encama tercîhên siyasî û aborî ye."
 
‘EM Ê GELÊ KURD BIGIHÎNIN RÊVEBERIYA TIRKIYÊ’
 
Sancar di dewama axaftina de wiha got: "Armanca me ew e ku gelê kurd bi nasnameya wan bigihînin asta rêveberiyê. Bêguman em ê bang li desthilatdaran bikin ku çareseriyê biafirînin. Weke partiya muxalefetê li Meclîsê û li qadên cuda em ê pirsgirêkan bînin ziman û zextê bikin. Lê belê di mijara çareserkirina pirsgirêkan de gavavêtin zehmet dixuye. Armanca me ew e ku li gel we cihê xwe di rêveberiya welêt de bigirin. Em dixwazin gelê xwe li Tirkiyê bigihînin asta rêveberiyê. Em dixwazin gelê Kurd bi nasname û tercîhên wan bikin ku bibin rêveber. Bila kes bi navê Kurdan tevnegere. Em bi navê partiyê, armanca me ew e ku gelê xwe yekser bike rêveber. Bi piştgiriya we em ê partiya xwe mezin bikin. Em ê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin."
 
‘DIVÊ KURD WEK KIRDE WERIN DÎTIN’
 
Sancar da zanîn ku hewldanên ku kurdan weke kirde nabînin nikarin pirsgirêkê çareser bikin û got: "Em zanin ku zîhniyeteke xedar heye ku derfetê nade rêveberiyên xwecihî jî. Lê belê armanca me ji vê jî wêdetir e. Em dibêjin; bi navê HDP'ê em ê bikin ku kurd bi navê xwe cihê xwe di nava rêveberiya Tirkiyeyê de bigire. Ti hewldana ku Kurdan weke kirde qebûl nake nikare pirsgirêkê çareser bike. Ji bo afirandina çareseriyeke mayinde divê kurd weke kirde bên dîtin, nûnerên wan jî weke aktorê wekhev bê qebûlkirin. Eger em karibin vê bikin em ê pirsgirêkên xwe bi hev re hîn zû û bi hêsanî çareser bikin."