Wezîr Gul, bi serokê TBB’ê Feyzîoglû re hevdîtin kir

img
ENQERE - Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, di çarçoveya xebatên reformên nû de bi serokê TTB’ê Metîn Feyzîoglû re hevdîtin kir.
 
Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, di çarçoveya xebatên planên çalakiyên mafê mirovan de bi Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Metîn Feyzîoglû re hevdîtin kir.
 
Wezîr Gul, hevdîtin di hesaba xwe ya twîtterê de parve kir. Parvekirina Wezîr Gul wiha ye: “Em bi Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê birêz Prof. Dr. Metîn Feyzîoglû re hatin ba hev û nêrînên xwe parve kirin. Alîkariya baro û parêzerên me weke hercarê wê xebatên me ronî bike.”
 
Hat hîn bûn ku di hevdîtinê de, Wezîr Gul, reformên ku dixwazin pêk bînin, pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê bi Feyzîoglû re parve kirin e.