Erdogan fermanda ku Demîrtaş neyê berdan

img

ENQERE - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, careke din ferman da darazê ku Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş neyê berdan.

 
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, beriya seredana xwe ya Azerbaycanê li Balafirgeha Esenbogayê hin daxuyanî dan çapemeniyê.
 
‘WÊ DARAZA ME DERFET NEDE TERORÎST DEMÎRTAŞ’
 
Erdogan, axiftinên xwe yên derbarê reformê de nû kirin û bi van gotinan ferman da darazê: “Ne hedê min e ku ez mudahaleyê karê darazê bikin. Bi taybetî em mafê terorîstekî wekî Selahattîn Demîrtaş nikarin biparêzin, tiştekî wisa tune ye. Ez bawer dikim ku daraza me wê derfetekî wiha nede terorîstekî weke Demîrtaş. Faîlê Kobanê, Amedê û Yasîn Boru ew e. Ma em ê vana paşguh bikin? Daraza me dê vana paşguh bike? Em rê nadin vekirina pêşiya terorîstekî wisa. Mafê van yên mulkiyetê nîne. Hesabên mezin hene ku ev bidin vî gelî. Ew zatê ku niha li Îngîltereyê dê çawa bedelê van bide?”