Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike

img

ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, helwesta Wezîrê Teknolojî û Sanayiyê Mustafa Varank rexne kir û wiha got: “Birêz Varank got 'Ezê dersiya vîrûsê bibînim.' Lê niha morîkan kom dike. 

 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Garo Paylan, di niqaşên butçeya Wezareta Bazirganiyê û wezareta Teknolojî û Sanayiyê ya 2021'an de axivî. Paylan, li ser butçeya Teknolojî û Sanayiyê axivî û polîtîkayên Serokê AKP’ê û Serokomar Tayyip Erdogan  rexne kir. Paylan, bibîr xist ku Serokomar Erdogan di sala 2011'an de got “Ezê aboriya Tirkiyeyê bigînim 2 trilyon dolaran. Lê îro aboriya Tirkiyeyê 700 milyar dolar e Yanî ji 3 paran parek e. Xeyalek din jî Wezareta Bazirganiyê eleqeder dike. Digot ‘Ez ê bi 500 milyar dolarî îxracatê bikim. Lê xelalê 500 milyar dolarî daket 170 milyar dolarî. Dîsa hedefek din hebû. Digot ‘Ezê enflasyonê daxim biniya ji sedî 5'an. Lê niha enflasyon ji sedî 15 ye. Rastiya sûkê ji sedî 30 ye. Digot 'Eze betaliyê daxim ji sedî 5’an. Niha betalî ji sedî 30 e. Niha li vî welatî 10 milyon mirov betal in. 
 
VARANK MORIYA KOM DIKE  
 
Paylan, helwest û polîtîkayên Wezîrê Teknolojî û Sanayiyê Mustafa Varank rexne kir û wiha got: “Birêz Varank got 'Ezê dersiya vîrûsê bibînim.' Lê niha morîkan kom dike. Niha dibêje ez hilberînê dikim. Em dizanin ew hilberîna çi dike. Pêşkêşiya Wezareta Sanayiyê kir. Yên nizanibe wê bêje qey Serfermandarê Giştî yê Artêşê ye. Wekî Wezîrê Parastinê pêşkêşî kir. Qala tang, top, fuzeyan dike. Teknofest ava kiriye û hûn diçin Teknofestê. Tang, top, fuze, ÎHA, SîHA û her wekî din. Yaw we ji bo xêra welat û cîhanê qet tiştek ava nekiriye. Niha li cîhanê 3 derzî hatin dîtin. Varank  jî digot 'Ezê derziyan bibînim. Lê niha morîkan kom dike."