Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e

img
ENQERE - HDP'ê bal kişand ser dorpêçkirina bajaran û êrişên qirkirinê yên salên 2015-2016'an û destnîşan kir ku ev yek hewldanek ji bo komkujiya bi rêk û pêk bû. HDP'ê diyar kir ku gelê Kurd îro jî li ser piyan e û berxwedana xwe ya bi rûmet didomîne.
 
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dorpêçkirina bajaran a salên 2015 û 2016'an di bin navê qedexeya derketina derve de hat kirin, yek ji hovîtî, binpêkirina mafên mirovan û bêhiqûqiya herî mezin a vê erdnîgariyê bû.
 
Di daxuyaniyê de salvegera qedexeyan hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Qedexeya derketina derve ku 16'ê Tebaxa 2015'an li navçeya Gimgim a Mûşê dest pê kir, di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîrêya Şirnexê bi dorpêçkirina navçeyê gihîşt asteke nû û vê kiryara faşîzan û êrişkar tevî Silopiya, Hezex, Dêrik, Nisêbîn, Gever, Gimgim, Farqîn û Sûrê li 11 bajar û 49 navçeyan dewam kir, bû sedema qirkirineke mezin a mirovî û civakî."
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî, Parlamenta Ewropayê, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û gelek saziyên din ên navneteweyî bi raporên xwe bal kişandin ser vê bêhiqûqiyê.
 
HDP'ê bi bîr xist ku di rapora komîsyona bi serokatiya Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Raad El Huseyîn de ku 10'ê Adara 2017'an hat amadekirin, hat gotin ku di nava 18 mehên wê demê de di operasyonan de 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî lêkolînên saziyên mafên mirovan ên serbixwe di navbera milyonek û 500 hezar mirov û milyonek 800 hezar mirovî ji mafê jiyanê, ewlekariyê û azadiyê bêpar hatin hiştin û wiha hat gotin: "Di vê dorpêçkirinê de ya li bajarên Kurdan ku ji bo têkbirina rewşa civakî-çandî, civakî-aborî û siyasî ya bajarên Kurdan hate meşandin û hate xwestin ku herêmek ji nû ve bê dîzaynkirin, ji bo pêkhatina vê yekê her cûre amûrên hovîtiyê hatin bikaranîn. Hêzên tundiyê yên fermî JOH û POH, her wiha rêxistinên komkujiyê yên mîna Esadûllah bi feraseta fetîhê êrişî gelê Kurd kirin."
 
'BERXWEDANA BI RÛMET A GELÊ KURD DIOME'
 
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Temamiya van êrişan di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de bi cih hatin anîn û ji wê rojê ve êriş bênavber dewam dikin. Dorpêçkirina bajaran beriya her tiştî hewldanek komkujiyê ya bi rêk û pêk û polîtîkaya dijminane ya desthilatdariyê ya li dijî gelê Kurd e. Bi tank, top û çekên giran bajar hatin hilweşandin."
 
Li vê xakê bi hezaran salan her cûreyên hovîtî, koçberî, têkbirinê dîtiye û hate gotin, "Li gel van hewldanên şewitandin, teslîmgirtin, tepisandin û bêdengkirinê, gelê kurd hîn jî li ser piyan e û berxwedana xwe ya bi rûmet didomîne.
 
Tevî ku pênc sal di ser sûcê giran ê li dijî mirovahiyê derbas bûn ên li Şirnex, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr, Gever, Farqîn, Hezex û Kerboranê, hîn jî di dozan de ti gav nehatine avêtin, gelek ji wan bêencam hatine bidawîkirin û gelek malbatan cenazeyên xwe jî nekarîne werbigirin. Dadgeriya heyî hewl dayê ku hilweşandin û hovîtiyê binixumîne.
 
Ev hovîtî û komkujî di wijdanê civakê de mehkûm bûye. Zû yan jî dereng wê li asta hiqûqê jî mehkûm bibe. Em ê wê êşa ku bi gelê me dane kişandin qet ji bîr nekin û nedin jibîrkirin."