Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku êrîşa li dijî hêzên PKK’ê dê destkeftiyên kurdan têk bibe û êrîş şermezar kir.

 
Hêzên Patiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di şeva 13'ê Kanûnê li gundê Sêgirkê ya Amediyê ya girêdayî Herêma Kurdistana Federe, êrişî hêzên HPG'ê kir û di êrişê de endamekê HPG'ê jiyana xwe  ji dest da û 2 jê birîndar bûn.   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişê da. Abdî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê di daxuyaniya da de, diyar kir ku ev êriş li dijî destkeftiyên kurda ne û êrişa PDK'ê şermezar kir. 
 
Parvekirina Ebdî ya li ser hesaba wî ya twîtterê wiha ye: “Êrişa hêzên PDK'ê ya li dijî gerîlayên PKK'ê li Amediyê cihê şermezariyê ye û dê destkeftiyên doza kurdî têk bibe. Em banga rawestandina êrişan û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê dikin. Mafê tu kesî nîne ku êrişî nivîsgehên ENKS û tu partiyên siyasî yên li Rojava bike. Hêzên Ewlehiya Hundirîn dê li gorî qanûnê bi erka xwe rabin.”