Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn

img
 ENQERE – Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû, li dijî daxuyaniya Parlamenterê ÎYÎ Partîyê Ahmet Erozan a “Destê xwe li budçeyê bigirin. Di nîvê salê de em ê bigirin.” derket û ev bersiv daye: “Li welat hilbijartin tuneye. Hûn dizanin heke hebe jî wê dethilat ji we re neyê dayîn.”
 
Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû, li Lijneya Giştî ya Meclisê derbarê budçeya wezareta xwe de axivî. Dema ku Çavûşoglû diaxivî, Parlamenterê ÎYÎ Partîyê Ahmet Erozan, bertek nîşanî wî da û ev tişt jê re got: “Destê xwe li budçeyê bigirin. Di nîvê salê de em ê bigirin.”
 
Çavûşoglû van gotinên Erozan li xwe qayîl nanî, ev bersiv daye: “Xêr e, çi dibe? Qê hûn jî ji Biden hêvî dikin? Li welat hilbijartin tuneye. Hûn dizanin heke hebe jî wê dethilat ji we re neyê dayîn. Qê hêviyên we yên darbeye hene, hûn ê ji kurê  dewr bigirin, kî ji dewr bigirin?”