HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir

img
ENQERE – Serokwekîlên Koma HDP’ê, ji ber ku li şûna stêrk û pelan “gule” û “bombeya destan” di remza wê de bi kar anî, serî li RTUK’ê da û giliya ATV’ê kir. 
 
Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç ji ber ku ATV’a nêzî desthilatê di bultena xwe ya 12’ê kanûnê de di nûçeyeke xwe ya derbarê nîqaşa girtina HDP’ê de li şûna stêrk û pelan “gule” û “bombeya destan” di remza wê de bi kar anîbû, serî li Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) dan û giliya ATV’ê kirin.