Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin

img
ÎZMÎR – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ji bo lêgerîna tazî ya li navendên binçavkirin û girtîgehan tê kirin were qedexekirin, bang li Wezaretên Dadê û Karên Navxweyî kir.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaliyê û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê Omer Farûk Gergerlîoglû bal kişand ser lêgerîna tazî û îşkenceya di binçavan û girtîgehan de. Gergerlîoglû bal kişand ser lêferzkirina lêgerîna tazî ya li dijî 30 jinan a li Miduriyeta Polîsan a Ûşakê û wiha got: “Sepana lêgerîna tazî sepanek li dijî mafê mirovan û binpêkirin e. Îşkenceyek zayendî ye. Pêwîste Wezîrê Karên Navxweyî Sulyeman Soylû û Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ji bo qedexekirina her cûre îşkenceya li qereqol û girtîgehan daxuyanî bidin. Îşkence û lêgerîna tazî bi salan e li girtîgehan û navendên binçavkirinê di rojevê de ye. Lê wezaret û saziyên rêveber zelal tenegeriyane û ser van her cûre bûyeran veşartine. Pêwîste em li dijî her cûre sepanên îşkenceyê û lêgerîna tazî têbikoşin.”