Peyama Leyla Guven dan AKP’ê: Em ê bi siyaseta xwe we têk bibin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek navendan girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat şermezarkirin û di daxuyaniyan de gotinên Guven a “Li hundir jî li derve jî ez ê siyasetê bidomînim” hat bibîrxistin û vê ev peyam hat dayîn: “Em ê bi siyaseta xwe we ji nava dîrokê paqij bikin.”   
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a 22 sal cezayê zîndanê lê hat birîn, hat girtin û ew şandin girtîgehê. Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê û aktîvîstên TJA'yê li gelek navendan cezabirîn û girtina Guven bi daxuyaniyan şermezar kirin. 
 
AMED
 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolûyê ya Amedê girtina Guven şermezar kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
‘EM Ê BI SIYASETA XWE WE TÊK BIBIN’ 
 
Cîgirê Hevserokên HDP’a Amedê Îrfan Soner daxuyanî da û wiha got: “Partiyên ku digotin heq, huquq, edalet û hatin ser kar, niha rûyê xwe yên rastin nîşanê raya giştî didin. Rûye wanê rastî ev e. Girtin, lêdan, îşkence, bin pê kirina mafê mirovan, tûnekirina sazî û dezgêyan e. Em jî wek HDP di serî de me, çawa li hemberê zilm û zordariya we, me qet sere xwe dananî. Ji niha pêda jî em Ê serê xwe daneynin.
 
Hûn çi dikin bikin, em ê li derve jî û li zîndanê jî siyaseta xwe berdewam bikin. Bi siyaseta xwe em ê we têk bibin. Di serî de Leyla Guven û hemû siyasetmedarên me yên girtî, rûmeta me û rûmeta gelên me ne. Em wekî HDP herdem destek bidin wan û şopdarê rêya wan bibin.” 
 
OZTURK: EM Ê PAŞ VE GAV NEAVÊJIN 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û destnîşan kir ku ew bi têkoşîna xwe serbilnd in û got: “Nijadperest bixwazin me bi girtinan ji siyasetê paş ve bixin jî lê em ê paş ve gav neavêjin. Armanca wan bêdengkirin û stûxwarkirina me ye. Lê ev têkoşîna 40 salî her ku diçe xurttir dibe.” 
 
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî got: “TJA serêxwe li ber dewlet û zilaman natewîne. Me hezar car got û em ê hezar carê din jî bêjin; em jinên kurd serê xwe li ber we natewînin.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya HDP’a Silopiya daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Ayşe Surucu, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê Zeynep Salgucak daxuyanî da û destnîşan kir ku kes nikaribe têkoşîn û berxwedana jinan bi polîtîkaya girtin û cezakirinê têk bibe. 
 
SURUCU: EM Ê TÊKOŞÎNA LEYLAN BIDOMÎNIN
 
Parlamenter Ayşe Surucu jî anî ziman ku zextên dewletê li ser siyaseta kurdan didome û got: “Em dizanin wê Leyla Guven li hundir û derve jî têkoşîna xwe bidomîne. Em ê jî li derve têkoşîna Leylayan bidomînin.” 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Endama Meclîsa HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li ber van polîtîkayên zextan ên dewletê serî netewînin û gotinên Guven bibîr xist û got ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
WAN 
 
Rêxistina HDP’ê ya Wan û navçeya wê Erdîşê jî girtina Guven li ber avahiya HDP’a Erdîşê şermezar kirin. Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Muazzez Orhan û rêveberên HDP’ê beşdar bûn û daxuyanî hat dayîn û girtina Guven şermezar kirin. 
 
EDENE
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Edeneyê jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Çûkûrovayê daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş destnîşan kir ku cezakirin û girtina Guven têkçûna hiqûq3e ye. Karakiş anî ziman ku wê faşîzm li hember berxwedan û têkoşînawan têk biçe û dê siyaseta wan bi serbikeve. 
 
HATAY
 
Rêxistina HDP’ê ya Hatayê ya Bajêr jî li navçeya Îksenderûnê girtina Guven şermezar kirin. Hevseroka HDP’a Îskenderûnê Hulya Ateş daxuyanî da û gotinên “Li hundir jî li derve jî ez ê siyasetê bidomîn im” ên Guven bi bîr xist û wê nîşanî dost û dijmin tev da ku dê nikaribin wê li zîndanê jî bitepisînin. Ateş got Leyla Guven vîn û nûnera wan e û kes nikare wê dîl bigire.