Baş: Ez girtina Guven bi tundî şermezar dikim

img
ENQERE - Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, diyar kir ku girtina Hevseroka KCD’ê bi awayekî tundî protesto dike û got: “Îşkence, zext û tundiya li ser hilbijartiyên gelê kurd berdewam dike.”
 
Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) û Parlementerê Stenbolê Erkan Baş, di civîna li Meclîsê li dar xist de girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven şermezar kir û wiha got: “Di vî welatî de îşkence bi awayekî plankirî berdewam dike. Îşkence, zext û tundiya li ser hilbijartiyên gelê kurd bi heman awayî didome. Girtina Leyla Guvenê nîşan dide ku ev yek bi awayekî plankirî didome. Em li benda biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ku derbarê Demîrtaş de bûn lê birêz Leyla Guven hat girtin. Ez girtina birêz Guvenê bi awayekî tundî şermezar dikim.”