Sancar: Biryara DMME’yê ji bo welat şansek mezin e

img
WAN -  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Wanê têkildarî biryara DMME’yê got: “Biryara Dadgeha Ewropa ji bo Demîrtaş da, ji bo welat şansek mezin e. Heke hûn vî şansî bikar neynin, hûnê sûcê mezin bikin.” Sancar ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî banga “divê her kes deng bide vî dengî” kir. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Wanê bi dirûşma “Em yekîtiyê ava bikin, tecrîdê bişkênin û azadiyê pêk bînin” 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre li Otela Ûrartû ya li navenda bajêr pêk hat. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û bi sedan welatî beşdarî kongreyê bûn. Salon bi nexş û remzên HDP’ê hat xemilandin, govend hat gerandin û bi hatina Sancar re coşa li eywanê derket asta herî jor. 
 
Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê jiyana xwe jid est dane rêzgirtin pêk hat. Pişt re dîwan hat bijartin. Dirûşmeyên “Biji berxwedanan zîndanan” û “Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û sînevziyonek xebatên HDP’ê hatibûn hûnandin hat nîşandan. Raporên malî û faliyetê hatin xwendin. 
 
DILBIHAR: EM XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVIN 
 
Di kongreyê de ewilî nivîskar Hemîd Bilbihar ê demek dirêj di zîndanê de ma û hatibû berdan axivî û got: “Dîrok bi qasî serdestan bi berxwedêran jî tije ye. Em dibêjin berxwedana jiyan e û em ê serê xwe netewînin. Wê heta dawiyê ev berxwedan bidome. Pêwîste em li çalakiya grevên birçîbûnê xwedî derkevin.” 
 
SANCAR: EV XELK SERÎ NATEWÎNE 
 
Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser kursî û bi kurmancî beşdaran silav kir û got: “Ev gel wê serê xwe netewîne û wê ev gel çonga xwe netewîne.” 
 
Sancar destnîşan kir ku hewldanên îqtîdarê yên têkbirina HDP’ê wê bêencam bimînin û got: “Vaye gel li vir e. Vaye HDP li vir e. Vaye evîndarên azadiyê li vir in. Ji bo qirkirina siyasî çi ji destê wan hat kirin. Her rê û rêbazî ceribandin lê bi ser neketin. Gel tirsandin lê xwe xapandin. Gel xwedî li îradeya xwe û rûmeta xwe derdikeve. Bi deh salan e xwe dixapînin. Duh jî xwe xapandin û îro jî xwe dixapînin. Ev gel serê xwe natewîne û çong danayne.” 
 
‘BIRYARA DMME’YÊ ENCAMA BERXWEDANÊ YE’ 
 
Sîncar bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş ê Hevserokê HDP’ê yê berê da û wiha got: “Bawer bikin ev biryar ne di wan odeyên wê Daîreyê de hatiye girtin. Ev biryar di encama têkoşîna we ya biryardar de hat girtin. Ev biryar hilberîna têkoşîna we ye. Ev biryar bi têkoşîna gelê me pêk hat. Ev biryar encama berxwedana hevrêyê me Selahattîn Demîrtaş û hemû hevrên me di zîndanan de li ber xwe didin e. Ev encama meşa serî netewandinê ye. Heta dawiyê li ber xwe dan û serbilind in. Dibe ku di bin wê biryarê de îmzeya 16 dadgeran hebe, naxêr di bin wê biryarê de îmzeya berxwedana hevrêyên me heye û ev îzmeya têkoşîna we ye.” 
 
16 HEZAR BINÇAVKIRIN Û 4 HEZAR GIRTN 
 
Sancar anî ziman ku di ji 7’ê Hezîranê vir ve di operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî partiya wan de herî kêm 16 hezar û 430 kes hatine binçavkirin û ji vê hejmarê bi giştî 4 hezar hatine girtin. 
 
‘EM HÊVIYÊ TÎNIN’ 
 
Sancar anî ziman ku ew bi têkoşîna xwe hêviya demokrasî û azadiyê didin t evahiya Tirkiyê û ji bo ew azadiyê, demokrasiyê, aştiyê û aramiyê li welat tesîs bikin wê gavek jî nesekinin. 
 
‘LEYLA GUVEN RÛMETA ME YE’ 
 
Sancar bal kişand ser girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û got: “Di bêhiqûqiyê de mînaka dawî li dijî hevrêya me Leyla Guven pêk hat. Di şexsê Leyla Guven de xwestin berxwedêr û têkoşeran bitirsînin. Cezakirina Leyla bi armanca têkbirina berxwedanê ye. Lê heta niha fêm nekiribin, wê niha biînin. Ne Leyla Guven wê bi qasî serê derziyê paş ve gav biavêje û ne jî wê ev xelk paş de gav biavjê. Leyla Guven wek hevrêyên me din rûmeta me ye. Azadiya Leyla Guven jî wek a hevalên me din nêz e. Em bi vê bawer bin.” 
 
‘SIYASETVANÊN DÎL GIRTÎ SERBEST BERDIN’ 
 
Sancar destnîşan kir ku piştî biryara DMME’yê dem dema berdan û azadkirina Demîrtaş û siyasetvanên wan ên dîl girtî ye û xwest Demîrtaş û siyasetvan demildest werin berdan. Sancar got heke biryara Ewropayê li Tirkiyê pêk neyê wê pîlana wan a têkoşînê hebe û dê viya baş pêk bînin. 
 
‘VÎ ŞANSÎ BIKAR BÎNIN’ 
 
Sancar destnîşan kir ku biryara DMME’yê ji bo Tirkiyê şansek dîrokî ye û wiha got: “Wextê hûn vê şansê bikar neynin, hûn hin bêtir sûcên mezintir bikin. Dema hûn vê biryarê binpê bikin, hûnê binpêkirinên mezintirin pêk bînin. Dema hûn her sûcek mezintir bikin hûnê ji ber van sûcan bigihîjin ku? Dema wek vê biryarê sûcên we mezin bibin û kom bibin hûn difikirin ku hûnê hesab nedin? Heke hûn wisa difikirin keremkin li dîroka dinyayê binêrin. Bêyî hûn sûcek mezin bikin, bêyî ku hûn binpêkirinên mezin bikin, dema şansê sekinandina vê birêveçûnê hatiye. Vî şansî bikar bînin. Em bang li tevahiya demokratxwazên Tirkiyê dikin; ev biryar banga ji bo her kesî ye. Em ji bo vê biryarê dibêjin; vê biryarê demildest pêk bînin. Binêrin biryara DMME’yê xebatên KCD’ê jî wek sûc nabîne û dibêje sûcdarkirina KCD’ê li dijî peymanên mafê mirovan e. DMME’yê diyar kir ku banga 6-8’ê Cotmehê ne sûc e. Di destê we de tenê hêcetek heye. Bi îngîlîzî dibêjin ‘Game over.’ Em bi kurmancî jî dibêjin êdî lîstik qediya.”
 
‘EM DENG BIDIN DENGÊ GIRTIYAN’ 
 
Sancar bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin û got: “Girtiyan ji bo rakirina tecrîdê û şertên dij mirovane yên girtîgehê greva birçîbûnê dane destpêkirin. Çi dixwazin? Helbet ewilî dixwazin sepanên li dijî rûmeta mirovan werin bidawîkirin  û dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Çima? Ji bo ku aştî pêk were û rêya aştiyê vebibe. Ji bo rêya aştiyê ku diçe Îmraliyê vebibe li ber xwe didin. Daxwaza girtiyan pişt guh nekin. Guh bidin daxwazên wan. Werin em hemû bi hev re deng bidin dengê girtiyan.” 
 
‘ZILMEK GIRAN LI ŞÎBAN Û TÛRGÛT HAT KIRIN’ 
 
Sancar destnîşan kir ku yek ji bajarên herî lê zêde binpêkirina mafan lê diqewime bajarê Wanê ye û got: “Hêj demek kin beriya niha zilma giran li Osman Şîban û Servet Tûrgût hat kirin. Zilma ku li penaber û feqîran tê kirin heye. Her wiha qedexekirina çalakî û şahiyan ji ragihandina Rewşa Awarte vir ve didome. Wan di vê mijarê de di rêza yekemîn de ye. Ev çar sal in zilma rewşa awarte li Wanê tê sepandin.” 
 
Piştî axaftina Sancar, rêveberiya nû hat diyarkirin. Ji bo Hevserokatiya Bajêr a Wanê Fîkret Dogan û Handan Karayolûn hatin bijartin.