Sezgîn: Li hemberî lîstikên tên leyîstin çareseriya tekane yekitiye neteweyî ye

img

STENBOL – Endamê Koordînasyona Meclisaê Îştarê Nûran Sezgîn, diyar kir ku Tirkiye li hemberî Herêma Kurdistanê ya Federe di nav pilanên qirêj de ye û dixwaze kurdan bi hev bide qirkirin û destkeftiyên wan têk bibe. 

 
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku li ser Rêveberiya Herêma  Kurdistanê ye, ji ber hin gavên xwe yên siyasî û leşkerî ku di demên dawîn de bi Hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê re davêje, di hedefa rexneyên raya giştî ya kurd de ye. Ji ber vê siyaseta ku tê meşandin, di navbera hêzên kurd xetereya pevçûnan heye. Li gel têkiliyên dîplomatîk ên li ser vê mijarê ev xetere hê jî ji holê ranebûye. Yek ji nîşaneya vê siyaseta PDK’ê ku di nav raya giştî ya kurd de bûye sedema nerehetiyan ambargoya ku sal û nîveke li Wargeha Mexmûrê tê domandine. 
 
TÊKILIYÊN PDK  Û TIRKIYEYÊ 
 
Endamê Koordînasyona Meclisa Îştarê ku ji aliyê jinên wargehê ve hatiye avakirin Nûran Sezgîn, siyaseta ku li ji aliyê PDK’ê ve li wargehê tê meşandin, nirxand. Sezgîn, diyar kir ku Li Herêma Kurdistanê hem qeyrana aborî û hem jî qeyrana siaysî heye û wiha got: “Sedema vê qeyranê berjewendiyên malbatî yên PDK’ê û têkiliyên wê yên bi AKP û MHP re ne. Ji bo veşartina van qeyranan PDK li dijî hebûna PKK’ê dest bi propagandayên reş kiriye. Gelê herêmê baş dizane ku PKK ne li dijî gelê Başûr û pergala wan e. Gelê Başûr hem nêzikbûna PKK’ê hem jî nêzikbûna AKP-MHP’ê ya li hemberî referandûma serxwebûnê dît.”
 
‘DI HEDEFÊ DE MEXMÛR HEYE’
 
Sezgîn, Peymana Şengalê ku di 9’ê cotmehê de di navbera PDK û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de hat îmzekirin bi bîr xis û destnîşan kir ku piştî vê peymanê niha Wargeha Mexmûrê di hedefê de ye û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “PDK û Tirkiye, dixwazin Hikûmeta Navendî ya Bexdayê jî bikişînin nav şerê xwe yê kêrit. Tê fêmkirin ku niha li ser Wargeha Mexmûrê lîstik tên leyîstin. Mexmûr deskeftiyeke, tu hêz nikare vê destkeftiyê tune bike. Tunekirina van destkeftiyan wê wisa hêsan nîn be. Em ê destkeftiyên xwe nekin qurbana peymaneke qirêj.”
 
RÊYA TEKANE YEKITIYA NETEWEYÎ YE
 
Di berdewamê de Sezgîn, got ku rêya tekane ya têkbirinê êriş û planên ku li ser kurdan tên kirin pêkanîna yekitiya neteweyî ye û ev tişt anîn ziman: “Bi kongreya neteweyî polîtakayeke hevpar, û parastineke hevpar dikare bê avakirin. Heke em yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin, em ê dawî li zilm û zordariya li ser xwe bînin. Tirkiye heta îro ji kesî re nebûye dost. Tenê derdê wan ew e ku bi hev bide qirkirin û destkeftiyên wan têk bibe. Divê ev talûke bê dîtin. Qereqolên li vir vala ava nakin. Divê Hikûmeta Herêmê vê yekê bibîne.”
 
NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ OCALAN E
 
Sezgîn, bi lêv kir ku yek ji navnîşana pêkanîna yekitiya neteweyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Armanca tecrîdê jî astengkirina pêşniyar û hêza Ocalan a ji bo çareseriyê ye. Ji bo pêşî li çareseriyê bigirin, demokratîkbûna Kurdistan û Rojhilata Navîn asteng bikin û deskeftiyên gelê kurd ji holê rakin û bê statü bêhilin tecrîdê kûr kirin.”
 
 MA / Îdrîs Sayilgan