Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî

img
STENBOL – Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû destnîşan kir ku sala 2020’an bû sala mezinkirina berxwedana gelan û dê sala 2021’an jî bibe sala mezinkirin têkoşîna giştî û bi têkoşîna xwe dê faşîzmê têk bibin. 
 
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû geşedanên di sala 2020’an de derketin pêş û sala nû nirxand. Ûgûrlû diyar kir ku di sala 2020’an îqtîdarê zextên xwe zêde kirin û gel û muxalefet bi çar aliyan hatine dîkekirin. Ûgûrlû bi bîr xist ku bi vîrûsa koronayê re civak hepsî malê hatiye kirin û got: “Îqtîdarê bi zanebûn şewbê ji xwe re veguherand fersendê.” 
 
‘GELAN BERXWEDANÊ MEZIN KIR’ 
 
Ûgûrlû anî ziman ku pandemî li dijî karker û kedkaran wek sîleh hat bikaranîn û wiha got: “Ji çîna karkeran re du vebijêrk hatin pêşkêşkirin. Gotin ‘ya hûnê di şertên pandemiyê de mirinê bidin ber çavê xwe û bixebitin an jî hûn nexbitin û bimirin.’ Vebijêrkên qet ne mimkin pêşkêş kirin. Tevî van hemû zextan jî gel û saziyên demorkatîk li dijî tirs û xofê derketin kolanan û meydanan û dengê xwe bilind kirin. Gelek yasa ketin meriyetê. Yasaya Înfazê ya cihêkar ket meriyetê û lîderên mafyayê hatin berdan û siyasetmedar, parêzvanên mafêm irovan nehatin berdan û bi mirinê re rûbirû hatin hiştin. Di vê salê de binçavkirin, girtinên li dijî hiqûqê û êriş û komkujiyên li dijî jinan zêde bûn. Bloka AKP-MHP’ê ji bo pergala faşîzma xwe saz bike êriş kir, lê belê gel têkoşiyan û li ber xwe dan.” 
 
DIXWAZIN MUXALEFETÊ TESLÎM BIGIRIN 
 
Ûgûrlû anî ziman ku HDK’ê ji van zext û zordestiyên giran para xwe girt û di vê çarçoveyê de hevberdevkê wan Sedat Şenoglû hatiye binçavkirin. Ûgûrlû da zanîn ku sala 2020’an civak û muxalefet bi êrişên giran re rûbirû ma û îqtîdarê xwest muxalefetê teslîm bigire. Ûgûrlû got tevî hemû zextan jî wan li ber xwe daye û wê HDK tu carî kolan û meydanan terk neke. 
 
‘LEYLA REMZA BERXWEDANÊ YE’ 
 
Ûgûrlû bal kişand ser girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û behsa têkoşîna Leyla Guven kir û got: “Leyla remza berxwedanê ye. Leyla vîna civakê ye.” 
 
‘BIRYARA DEMÎRTAŞ EMSAL E’ 
 
Ûgûrlû bal kişand ser biryara DMME’yê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de da jî û got biryara ji bo Demîrtaş ji bo girtiyên siyasî hemû girêdar e û îqtîdar ji tirsa xwe naxwaze vê biryarê nas bike. 
 
‘TECRÎD KÊŞEYA HER KESÎ YE’ 
 
Ûgûrlû bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got: “Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e, tecrîd pirsgirêka her kesî ye.” 
 
Ûgûrlû anî ziman ku tecrîd bandora xwe li ser tevahiya civakê dide nîşandan û heke di sala 2021’an de tecrîd were rakirin dê çareserkirina kêşeya kurd bikeve merheleyek din. Ûgûrlû diyar kir ku bi rakirina tecrîdê re çareserî pêkan e û heke tecrîd rabe dê xelk jî nefesê bistîne. 
 
MUÇEYA KÊMANE 
 
Ûgûrlû eşkerekirina muçeya kêmane jî rexne kir û destnîşan kir ku kes nikare bi 2 hezar û 825 lîreyî debara xwe bike û ev muçe di mehekê de tenê têra 10 rojan dike, lê wê 20 rojên din çawa bijîn. 
 
YASAYA QEYÛM 
 
Ûgûrlû bal kişand ser pejirandina yasaya tayînkirina qeyûmên ser rêxistinên civakî yên sivîl û ew dikarin bi têkoşînek berfirehtir gav bi vê yasayê paş de bidin avêtir. 
 
‘FAŞÎZM LI HEMBER BERXWEDANA JINAN WINDA KIR’ 
 
Ûgûrlû destnîşan kir ku di sala 2020’an de têkoşîn û berxwedana jinan mohra xwe li rojevê da û got: “Sala 2020’an faşîzmê xwe li hember berxwedana jinan ranegirt û winda bû. Em ê di sala 2021’an de têkoşîn û berxwedana jinan bilindtir bikin.” 
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR 
 
Ûgûrlû anî ziman ku sala 2020’an di bin siyas êrişên faşîzmê de derbas bû û li hember têkoşîna hat birêvebirin jî rejîm tengav bû. Ûgûrlû got: “Hemin êrişa faşîzmê pir alî ye, wê demê têkoşîna were dayîn jî divê mezin û topyekûn be. Em bang li muxalefetê jî dikin, netirsin werin li kêleka me cih bigirin. Werin em li dijî faşîzmê bi hev re têbikoşin.” 
 
Ûgûrlû destnîşan kir ku sala 2021’an dê jî li pêşiya HDK’ê wê salek têr û tije be û got: “Wê sala 2021’an bibe sala em ê faşîzmê têk bibin. Ev jî bi xebata me ya rêxistinkirî re pêkan e.” 
 
MA / Semra Tûran- Nacî Kaya