Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat

img
AMED – Parlamentera HDP’ê Dersim Dag di kongreya partiya xwe ya Rêxistina Navçeya Rezanê de axivî û destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê demokrasî û aştî neyê welat. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rezana Amedê bi dirûşma “Em li dijî şer aştî û li dijî tecrîdê azadiyê birêxistin dikin” Kongreya Asayî ya 3’yemîn pêk anî. Kongre li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Dersim Dag, Remziye Tosûn, Îmam Taşçier û Semra Guzel û rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdar bûn. 
 
XWESTIN KONGREYÊ ASTENG BIKIN 
 
Beriya kongreyê polîsan wek her tim avahiya HDP’ê dorpêç kirin. Ew malbatên li ser fermana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bi îdiaya “HDP’ê zarokên wan şandine serê çiya” rûniştinê, bi devkî êrişî kesên derbasî avahiya HDP’ê dibûn kirin. 
 
Kongreyê bi rêzgirtina ji bo qûrbaniyên demokrasî û azadiyê dest pê kir. 
 
‘EM DIKARIN TECRÎDÊ RAKIN’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag di kongreyê de axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin. Dag anî ziman ku pergala tecrîdê di serî de li ser gelê kurd û li her qada jiyanê belav bûye û got: “Heta ku tecrîd neyê rakirin, demokrasî û aştî nayê welat. Beriya niha bi du salan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên azadiyê ji bo rakirina tecrîdê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Belkî bi hewldana wan tecrîd baş nehat rakirin, lê beê Ocalan dengê xwe gihandibû tevahiya cîhanê. Dengê Ocalan ji bo Rojhilata Navîn bûbû hêvî. Îro Leyla Guven girtin. Lê bila dizanibin em ji çend kesan pêk nayên. Em tevgerek gel in. Em ji hezaran Leyla Guven pêk tên. 34 roj li zîndanan greva birçîbûnê heye. Em bibin hevparê berxwedana girtiyan. Em dikarin vê tecrîdê rakin. Tenê em di ferqa hêza xwe de bin.” 
 
‘DIVÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD PÊK WERE’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçeir jî da zanîn ku bi salane gelê kurd bi polîtîkayên red û înkarê re rûbirû maye û îro dibe wek berê kurd neyên înkarkirin lê belê statûya kurdan nayê qebûlkirin. Taşçier anî ziman ku heta yekîtiya neteweyî ya kurd çênebe wê gelê kurd negihîje tu xwedî statûyê û pêwîse partî û hêzên kurdî demildest yekîtiya xwe pêk bînin. 
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ KIRIN 
 
Cîgirên Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê Gulşen Ozer û Îrfan Soner jî axivîn û banga xwedî derketina grevên birçîbûnê li xelkê kirin û xwestin her kes li dijî êrişan têbikoşe. 
 
Pişt re rapora faliyetê hat xwendin û bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat. Sumeyya Kirici û Nasir Yentar ji bo Hevserokatiya Navçeya Rezanê hatin bijartin.