Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, anî ziman ku îqtîdara AKP'ê bi polîtîkayên şer li ser piyan e û wiha got: "Em bang li muxalefetê dikin ku li dijî îqtîdarê derkevin. Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola mifteyê dilîze. Israra polîtîkayên tecrîdê, israra polîtikayên şer e." 

Di sala 2020'an de Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê kir û wekîltiya parlamentera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wekilê HDP'ê Musa Farisogullari xistin û girtin. HDP herî dawî bû hedefa Serokê MHP'ê Bahçelî. Bahçelî HDP kir hedef û xwest bê girtin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, der barê siyaseta 2020'an de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Sancar, anî ziman ku di sala 2020'an de HDP ya ku bêtir li dora felsefese û rêgezên avakirina HDP'ê bûye xelek  derket holê û wiha got: "Salên berê jî heman tişt hebû. Lê şertê her demê cuda ye. Partiya me li gorî van şert û mercan, armanc dike ku xwe bigîne hedefa van rêgez û felsefeyê. Hin caran êrîş zêde dibin. Wê demê jî parastin jî zêde dibe. Bê guman pirsgirêka Kurd ji bo me pirsgirêka esasî ye. Avakirin û berxwedan rêbaza me ya bingehin e. Bê guman divê îsal jî em li ber xwe bidin. Ji ber ku her demê HDP dibe hedefa êrîş û zextan. HDP lê li ber xwe bide û bi ser bikeve. Berxwedan nebe HDP nabe. HDP bi îdeaya bibe hêza sazumankar derket rê. Di sala 2020’an de hem me li ber xwe da û hem jî me ava kir. Me li gorî vê yekê politika û çalakî pêş xistin. Êrîş zêde bûn. HDP di bin dagirkeriyek mezin de bû. Li gel vê yekê em li ser piyan man û me meşa xwe berdewam kir. HDP her ku diçe mezin dibe. 
 
'MUXALEFLETA HERÎ BI BANDOR EM DIKIN' 
 
Sancar, da zanîn ku li dijî polîtîkayên îqtîdarê muxalefeta herî bi bondar HDP dike û wiha axivî: "Li dijî îqtîdarê muxalefeta herî bi bandor em dikin. Em hem di aliyê hêjmarê de mezin dibin, hem di aliyê diyarkirina siyaseta Tirkiyeyê de mezin dibin. Mezinbûna me ya şênber û razger îqtîdarê biçûk dike. Eger îqtîdar piştgiriya gel winda dike, ji ber sekna HDP'ê ya bi bandor e. Îqtîdarê hişê wekî ku tu car winda nake li ser civakê ava kir. Me di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de got 'Em ê bi îqtîdarê bidin windakirin' û me bi îqtîdarê da windakirin. HDP hêza bingehîn a bi îqtîdarê dide windakirin e. Di hilbijartina 23'ê Hezîranê ya Stenbolê de jî hêza sereke ya bi îqtîdarê da windakirin HDP bû. Ji ber vê yekê îqtîdar li dijî me pir bi pêrs e. Hemû anket nîşan didin ku îqtîdar winda dike. 
 
'ÎQTÎDAR JI BER LAWAZIYA MUXALEFETÊ TÊK NAÇE' 
 
Sancar, bal kişand ser hêza muxalefetê ya têkçûna îqtîdarê û wiha lê zêde kir: "Eger îqtîdar bi lez têk naçe û winda nake, ev nîşan dide ku îqtîdar lawaz û tirsonek nêzîk dibe. Eger muxalefet hêza xwe bike yek û bi biryar û wêrek bi ser îqtîdardê de biçe, wê demê îqtidar dê bi lez hilweşe û têk biçe. Dûrketina ji me ya hêzên din ên muxalif, hêzê dide îqtîdarê. Derdê me demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Banga me ji bo azadî, wekhevî û edaleta Tirkiyeyê ye. Em bang li tu kesî nakin nabêjin werin li pey HDP’ê rêz bibin. Em bi hêza xwe û gel li ser piyan in û dimeşin. Armanca me em li Tirkiyeyê rêya demokrasiyê vekin e. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî di nava vê bangê de cih digire. Îqtîdar bi polîtîkaya şer li ser piyan e. Tişta îqtîdarê li ser piyan dihêle polîtîkayên şer e. Dema teskereyê tîne rojeva meclîsê, partiyên din ên muxalif jî piştgiriyê didin wê. Li ser polîtîkayên şer rageşiyê zêde dike. Hestên nijadperest sor dike û ser rastiyan bincil dike. Li dijî van polîtîkayan divê mirov polîtîkayên aştiyê pêş bixe. Polîtîkayên aştiyê dê hêza îqtîdarê bihilîne. Hemû çavkaniyên welat li şer xerç dikin. Eger muxalefet li dijî vê xerçkirina li Qesrê dernekeve û bêdeng bimine, ev pergala wê hebûna xwe berdewam bike. Ji ber vê yekê divê muxalefet wêrek tev bigere. Ji xeynî me tu partiyên siyasî yên li dijî polîtîkayên şer derdikevin tune ye. 
 
OCALAN 'DERFETÊ BIDIN EZÊ DI HEFTEEKÊ DE ÇARESER BIKIM' 
 
Sancar, destnîşan kir ku çi cara bangên aştiyê zêde dibin, îqtîdar bêtir polîtîkayên şer pêş dixe û wiha berdewam kir: "Me di 1'ê Îlonê de ji bo aştiyê deklarasyona bangê amade kir. Bang li hemû beşên civakê û aktorên civakê kir. Me diyar kir ku ji bo pêşxistina aştiyê pêdivî bi bingehek xurt a civakî heye. Dema em dibêjin aştî, çareseriya pirsgirêka Kurd a Demokratîk jî heye. Tirkiye hêza li Sûriye amade dike dişîne Libyayê. Dişîne Karabagê. Dişîne Rojhilatê Derya Spî. Ji bo em li dijî şer derkevin divê em muxalefetek bi hêz ava bikin. Me dît hewldanên Abdullah Ocalan ên di navber salên 2009 û 2013’an ên ji bo çareseriyê çawa bû hêza sereke ya çareseriyê. Di hevdîtinên dawî yên parêzeran de jî me ev yek dît. Ocalan got ‘Eger derfetê bidin ezê di hefteyekê de vê meseleyê çareser bikim' " 
 
'POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ POLÎTÎKAYÊN ISRARA ŞER E' 
 
Sancar, bal kişand ser polîtîkayên tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha lê zêde kir: "Polîtîkayên tecrîdê, polîtîkayên israra şer e. Polîtîkayên israra şer, tecrîdê bêtir kûr dike. Her du jî girêdayî hev in. Li vir rola Abdullah Ocalan pir girîng e. Îtiraza HDP’ê ya li dijî tecrîdê, îtîraza li dijî şer e. Perçeyê polîtîkaya aştiyê ye. 
 
'HEMÛ HEVALÊN ME DÎLGIRTÊN SIYASÎ NE' 
 
Sancar, li ser girtina siyasetmedaran jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Hemû hevalên me yên girtî dîlgirtên siyasî ne. Li vir rola hiqûqê tune. Tu wate û erka hiqûqê tune ye. Biryara DMME'ê ev yek ronî kir. Her tişt zelal kir. Biryara DMME'ê ya der barê Demirtaş de biryarek pir girîng e. Êrîşên li dijî HDP’ê êrîşên siyasî ne. Ji bo HDP’ê tune bikin hiqûqê dike maşik. Ji ber vê yekê hemû hevalên me dîlgirtiyên siyasî ne. Biryara DMME'ê hemû Tirkiyeyê eleqeder dike. Xala 90'an a Destûra Bingehîn jî vê yekê tîne ziman. 
 
'DI 2021'AN DE PÊŞIYA ME VEKIRÎ Û RONÎ YE'
 
Sancar, herî dawî bal kişand ser sala 2021'an û wiha got: "Sala 2021'an dê têkoşîna xizanan a azadiyê bêtir bilind bibe. Dîsa daxwazên ciwanan ên wekheviyê bê bêtir mezin bibe. Pêşiya me vekirî û ronî ye. Gelê Kurd li ber xwe dide. Tu carî dest ji berxwedanê bernade. Butçeya sala 2021'an ne ji bo gel e. Butçeya ji bo Qesrê û hevkarên wê ye. Bi vê butçeyê çavkaniyên aborî pêşkêşî Qesrê, şer û hevkarên wê dikin. Heqê herî kêm, di sînorê birçîbûnê de ye. Malbata 4 kesan nikare bi vî heqî debara xwe bike. Kampanya me ya 'Bila heqê herî kêm 4 hezar tl be' hebû. Çavkaniyên aborî hene. Bes bila dest ji polîtikayên şer berdin. Çavkaniyên pêşkêşî hevkarên xwe û şer dikin, bila pêşkêşî gel û xizanan bikin.
 
Sala 2021'an dê bibe sala têkoşîna azadiyê û li dijî xizaniyê. Dê bibe sala daxwazên ciwanan ên wekheviyê. Pêşiya me ronî û vekirî ye. 
 
MA / Berîvan Altan - Selman Guzelyuz