Şener: Erdogan bi MHP’yê dileyize, pêşiya CHP’ye digire, HDP’yê jî ditepisîne

img

ENQERE – Yek ji damezirînerê AKP’yê Abdullatif Şener, destnîşan kir ku operasyoneke leşkerî ya li hemberî Efrînê dê pirsgirêka kurd girantir bike û got: "Serokomar Erdogan ne tenê partiya xwe, hewl dide CHP, MHP û HDP’yê jî dîzayn bike." 

Yek ji damezirînerê AKP’ê Abdullatîf Şener, der barê amadekariyên êrîşên li ser Efrînê û dorpêça darazê ya li ser HDP û siyaseta kurd nirxand. Şener destnîşan kir ku di pirsgirêka kurd de helwesta dewletê û AKP’ê li ser hîmê “ewlekariyê” ye û got: "Serokomar Erdogan ne tene AKP’yê her wiha CHP, MHP û HDP’yê jî dixwaze li ser hîmê “ewlekariyê” dizayn bike. " 
 
Şener, di hevpeyvîna ligel Ajansa Mezopotamya (MA) de derbarê êrîş û amadekariyên operasyona li ser Efrînê wiha got: “Bi hestan û heytehola şer kar nameşe. Du roj e ez televizyonan temaşe dikim. Hem nêzîkahiyan çapemeniyê hem jî nirxandinên siyasetmedaran şaş dibinim.  Meseleya Efrînê ne tenê mijara politikaya derveyî ye. Ji hêla me ve her wiha parçeyekî pirsgirêka kurd e û divê bi vî awayî bê nirxandin. Divê li Tirkiyeyê desthilatdar û hukûmeteke bi aqil di meseleya kurd de li hundir standardên demokrasiyê bilind bike û li derve jî bo rêxistinên di vî warî de kar dimeşînin alîkar be.”
 
‘EFRÎN HEMA HEMA BAJARÊ HERÎ ARAM E’
 
Şener, da zanîn ku di şerê Suriyeyê de bajar kavil, mirov koçber bûne û wiha axaftina xwe domand: “Li her aliyekî rêxistineke terorî heye û li pişta her rêxistinekê jî hêzek heye. Li Sûriyeyê hin bajarên kû zêde zirar nedîtine jî hene. Weke Şam ê k udi bin hukmê dewletê de ye. Belkî jî bajarê herî sukûneta xwe parastiye jî Efrîn e. Gelên Efrînê ji 2011’yan heya 2018’yan di 7 salan de ji heremên din ên Sûriyeyê kêmtir êşên şer, kavilkirin, tecavüz, hilweşîna aborî û malî jiyiyan. Yanî herêmeke bi îstiqrar e. Ji ber vê yekê jî ji gelek bajarên din yên Sûriyeyê jî mirovan koçî vî bajarî kirine. Dîsa pêvajoya Astanayê heye. Rûsya, Suriye, Îran û Tirkiye bi hev re tevdigerin lê bi hêdî hêdî ji hev dûr dibin.” 
 
‘PÊWISTIYEKE KU TIRKIYE OPERASYON BIKE TUNE YE’
 
Şener, di derheqê gotegotên operasyona Efrînê de jî wiha got: “Rewşeke ku Tirkiye li Sûriyeyê bixe nava operasyonekê tune ye. Di navbera kurdan û Rûsya de pirsgirêkek xwuya nake. Jê wirdetir jî di navbera kurdan û Suriyeyê de jî pirsgirêk nayê dîtin. Divê Tirkiye, di pêvajoya Astanayê de bêyî bikeve pevçûnê di çarçoveya bernameyekê de pirsgirêkê çareser bike. Maliyeta şer bo herkesî heye. Gelheya herî zêde ya kurdan li Tirkiyeyê ye. Li gorî min gotinên leşkerî yên li hemberî kurdên li derveyê sînorê me ne, ne rast in. Divê em ji bo kurdên di nava sînorê me de standardên demokrasiyê bilind bikin û li derveyê sînorê me jî bibin alîkar. Ev yek hem ji bo gelê kurd û tirk, hem jî ji bo ereb, ermen û hemû gelan pêwistiye û xizmetî aramiyê dike.”
 
Derbarê xwedîderketina li DAIŞ’ê de jî Şener ev tişt anî ziman: “DAIŞ'ê dema Mûsil bi dest xist, Serokwezîr bo wan  digot ‘ciwanên bi hêrs’. Bi vê gotinê heskirina xwe ya li hemberî wan nîşan dida. Kengê PYD, DAIŞ ji sînorê me paqij kir, berî bikeve Cerablûsê Tirkiye ketê.” 
 
‘KANÛN BO AKP’YÊ, CHP’YÊ Û HDP’YÊ CUDA NE’
 
Şener, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan, tenê ne partiya xwe, bi hêza dewletê hemû partiyan û siyasete jî dizayn dike û wiha berdewam kir: “MHP xiste nava refên xwe. Niha bo girseya MHP’yê polîtîka dike. Bi riya ol, CHP’yê weke komeke dijmin lanse dike û bi vî awayî pêşiya windakirina dengên AKP’yê yên ber bi CHP’yê ve digire. Ji ber ku muxalefeta herî saxlem HDP ye, dixwaze vê hêzê jî bitefisîne. Ev yek tercîheke polîtîk e. Vê tercîhê jî bi riya kanûn û dadgehan dixe meriyete. Parlamenteran, hevserokan didarizîne û digire. Destnewerdana van heye. AKP, ji roja hatiye damezirandin û heya niha hin xalan di rêziknameya xwe de dinivîse; lê li gorî wan  tevnagere. Di meseleya destnewerdana parlamenteran de jî wiha ye. Daraz êdî berî biryarekê bide li desthilatdariyê dinihêre. Fezlekeyên HDP’yiyan di encama operasyona siyasî de têne amadekirin. Ev yek ne li gorî heq, edalet û darazê ye. Di mijara şaredaran de jî pirsgirêk heye. Niha kayyum tayini 94 şaredariyan kirine. Gelo li hin bajarên Tirkiyeyê kanûn cuda, li hinan jî cuda ne. Tu radibî şaredarên xwe bi zorê ji kar dest dikişînî. Ger tu tiştekî wisa bikî naxwe sûcekî wî heye. Çima tu wî sewqî darazê nakî? Dîsa tu bi marîfeta Wezareta Karê Hundir şaredarê CHP’yê ji kar digirî û muameleya ezîl tê kirin. Lê ji bo şaredariyên HDP’ê muameleyeke din heye. Yanî li Tirkiyeyê 3 kanûnên cuda hene. Ev yek xerabeteke mezin e.”
 
MA / Kenan Kirkaya