Ji HDP’ê daxuyaniya Ozkîraz û Ozbek

img
ENQERE - HDP’ê têkîldarî rojnameger Gokhan Ozbek û Serokê AKAM’ê Kemal Ozkîraz ku wê hedef girtin, diyar kir ku ew nêzîkatiya derveyî etîka çapemeniyê û sînorên rêzgirtinê derbas dikin qebûl nake.
 
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî gotinên Gokhan Ozbek û Serokê Navenda Lêkolînê ya Rayagiştî ya Avrasyayê (AKAM) Kemal Ozkîraz ên derbarê partiyê de daxuyaniyeke nivîskî da.  
 
Buroyê, destnîşan kir ku di weşaneke Yoûtubeyê de Rojnameger Gokhan Ozbek û Lêkolîner Kemal Ozkîraz partiya wan û hevserokên wan ên giştî hedef nîşan dane û wiha got: “Em nêzîkatiya derveyî etîka çapemeniyê û sînorên rêzgirtinê derbas dikin qebûl nakin. Di serî de hevserokên me û hemû rayedarên me hewl didin ku ji bo hemû daxwaz, rexne û pêşniyarên ku tên kirin bibin bersiv û li gorî derfetên xwe tevlî weşanan bibin. Tu saziyeke çapemeniyê bêyî hincet red nakin.
 
Buroyê, di berdewamê de diyar kir ku ew ji hemû kedkarên çapameniyê yên ked û bedel didin re rêz digirin û wan weke parçeyek têkoşîna demokrasiyê dibînin û dibêjin ku em ê rê nedin ku kes eyar bide me û ji bo hesabên xwe yên reytîngê heqaret li me bike.