Kamalak: Tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bibe firotina dozê

img
ENQERE – Serokê Giştî yê Berê yê Saadetê Mûstafa Kamalak, diyar kir ku tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bê wateya “firotina dozê” û got ku Erdogan li rêyên ku cara sêyemîn çawa bibe namzet digere. 
 
Serdana Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a Serokê Lîjneya Şêwirmendiya Bilind a Partiya Saadetê (SP) Ogûzhan Asîlturk ku weke nûnerê siyasî yê Tevgera Nêrîna Neteweyî tê qebûlkirin, tê nîqaşkirin. Têkildarî serdanê gelek şîrove hatin kirin û bi piranî serdan weke lêgerîna tifaqa hilbijartinê tê şîrovekirin. Serokê Giştî yê Berê yê Saadetê Mûstafa Kamalak, bi daxuyaniya “Bi kesê sûcê wî pir re tifaq nayê kirin” bertekeke bi hêz danî holê. 
 
‘WÊ ERDOGAN BI GELEK KESAN RE BIŞÊWIRE’
 
Mûstafa Kamalak, têkildarî vê serdana Erdogan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinên girîng kirin. Kamalak, diyar kir ku armanca serdanê “lêgerîna tifaqê” ye û wiha got: “Erdogan neçar e van serdanan bike. Lewre di rapirsînan de dengên Tifaqa Cûmhûr kêm dibin. Li gorî rapirsînan Tifaqa Cûmhûr ji sedî 50+1’ê derbas nake. Li gorî ku Birêz Serokkomar dixwaze cara sêyemîn bibe namzet divê vê rêjeyê bigire. Ji bo vê jî divê serî li rê û çareyeyên cuda bide. Wê bi gelek kes û koman re bê gel hev û bişêwire.”
 
‘BIBE FIROTINA DOZÊ’ 
 
Kamalak, li dijî tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re derket û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: “Aylan pitikên ku li peravan ketin bifikirin. 3-4 milyon penaberên ku xwe spartina Tirkiyeyê bifikirin. Bi milyonan sûriyeyiyên malê wan di ser wan de hatine rûxandin bifikirin. Bi hezaran leşker, polis û welatiyên me yên sivîl ku di encama pêvajoyeke çareseriyê ya şaş de şehîd bûne bifikirin. Qedafiyê ku bi piştgiriya vê desthilatê hat lînçkirin û Lîbya ku bûye 40 parçe bifikirin. Ez di wê baweriyê de me ku berpirsyariya desthilatê di van hemû pêkanîna de heye. Ji ber vê heke Partiya Saadetê dev ji prensîbên xwe berde û ji bo çend parlamenteran bi AKP’ê re tifaq bike wê li gorî min ev bibe firotina dozê. Heke mirov dev ji prensîb û armancên xwe berdin wê hemû nêrînên xwe bifiroşe.”
 
MA / Dîren Yûrtsever