Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye

img
ENQERE - Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, anî ziman ku ji bo partiya xwe ava bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: “Mafên mirovan xistin bin pîyan. PÎA di wîcdanê gel de hatiye avakirin." 
 
Partiya Însan Azadî (PÎA), di 3'ê Gulana 2018’an de ji bo partiya xwe ava bikin daxwazname dan Wezareta Karên Hundir. Lê heta niha Wezareta Karên Hundir daxwazên wan qebûl nekiriye. Têkildarî helwesta wezaretê PÎA li avahiya Navenda Gişti ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç, rêveberên PÎA, nûnerên Înisiyatifa Mafan û ÎHD'ê û gelek kesên din amade bûn. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, di civînê de axivî û got: "Tiştên nû tên serê me. Em dibin şahîd ku partiyên kurdan nikarin bên avakirin. Bi vê yekê Destûra Bingehîn binpê dikin. Li aliyekî dibêjin pirsgirêka me bi Kurdan re tune, li aliyê din pirsgirêk heye." 
 
'SÊ SALIN EM NIKARIN PARTIYEKÊ AVA BIKIN'
 
Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç, jî anî ziman ku ji bo avakirina partiyek siyasî kar û barê bê kirin diyar e û wiha got: "Lê 3 salin em li vî welatî hewl didin partiyekê ava bikin. 3 salin me nekarîbû li vî welatî partiyekê ava bikin. PİA ji 3'ê Gulana 2018'an heta niha serî lê dide lê encam nagire. Em diçin muhatap û rayedaran nabînin. 3 salin em bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne. 16 rojin em muhatab nabînin. Naxwazin kurd di milê siyasî de xwe bi rêxistin bikin. Bi vê yekê mafên mirovan dixin binpê bikin." 
 
WAN 
 
Rêxistina PÎA ya Wanê jî bi heman armancê li avahiya xwe ya Wanê daxuyanî dan.  Cîgira Giştî ya PÎA Menice Rumeysa Gulmez û rêveberên PÎA  amade bûn. Cîgirê Serokê PÎA yê Wanê Murat Kaçmaz, anî ziman ku 32 mehin daxwaznameyê didin Wezareta Karên hundir, lê bi hincetên cuda daxwaznameyên wan nayê redkirin. Kaçmaz, da zanîn ku her çend wezaret daxwaznameyên wan qebûl neke jî PÎA di dil û wîcdanê gel de hatiye avakirin û wiha got: "Ji bo partiya me bê avakirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û mezin bikin."